'Erdogan bi gefan propogendeya hilbijartinan dike'

Reportaj Summay

'Erdogan bi gefan propogendeya hilbijartinan dike'
20 kanûn 2018   05:20

YEHYA EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Sûriyê yê muxalif Deham El-Setam destnîşan kir ku Erdogan bi rêya gefa êrîşan li dijî herêmên Sûriyê, dest bi propogendeya hilbijartinên Tirkiyê dike û hewl dide aloziya Tirkiyê ya hundirîn derbasî derve bike. Deham bang li gelê Sûriyê kir ku li hember dijminatiya Erdogan bisekinin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan di gefên xwe de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Girêdayî mijarê siyasetmedarê muxalif ê Sûriyê Deham El-Setam bersiva pirsên me da.

Hevpeyvînê wiha ye:

-Tirkiye gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, gelo şert û mercên pêkanîna van êrîşan guncew in û çima?

Helbet ne berê, ne niha û ne jî di pêşerojê de şert û merc guncew nîn in. Ji ber ku Tirkiye dewletek dagirker e, ji destpêka aloziya Sûriyê ve êrîşî herêmê dike.

Erdogan li pêşberî hilbijartên şaredariyan e û dosyaya têkildarî hundir a Tirkiyê ku bibe mijara nîqaşê, dosyay Partiya Karkerên Kurdistanê û Fethalla Gulen e. Ji lew re Tirkiye dixwaze aloziya xwe ya hundirîn derbasî derve bike. Erdogan bi armanca qezenckirina dengên gelê Tirkiyê di hibijartinan de dê serdana 81 eyaletên Tirkiyê bike, ji lew re gefa êrîşan li herêmê dixwe.

Yanî Erdogan dê li 81 eyaletan daxuyaniyên cuda bide û ew jî di vî warî de pispor e. Erdogan di navbera Amerîka, Rûsya û dewletên herêmî de baş dilîze, ji lew re ew dewlet wê çend topan li vir û li wirpaş guh bikin, lê wê destwerdanek giştî tune be.

Divê gelê Sûriyê li ber xwe bide, rê li ber dijmin bigire û heta valahiyek biçûk nediyê. Divê em projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin da ku xwe di pêşerojê de bi pêş bixin.

-Serokomarê Tirkiyê îdia dike ku rêveberiya herêmê girêdayî partiyekê ye, ruxmî ku Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di rêveberiyê hevpar in. Gelo armanca Erdogan a sereke ji van îdiyan çi ye?

Divê em wek gelê Sûriyê van îdiyan bi hevgirtin û yekîtiya xwe red bikin û li hember her êrîşekê bi yek rêzî bisekinin.

-Opozîsyona Sûriyê ya derve desteka xwe ji Tirkiyê digire, lê heta opozîsyona hundirîn tu helwest nîşan neda. Gelo sedem çi ye? Divê helwesta wan çawa be?

Opozîsyona derve ji aliyê Tirkiyê ve hatiye avakirin û niha ji bo dagirkirina xaka Sûriyê bûye amûr. Beriya niha jî ragihand ku ew amade ne rolek di dagirkirinê de bilîzin mîna kesê ku bixweze zinakaran bixe mala xwe. Lê opozîsyonê hundirîn a Şamê gefên Tirkiyê şermzar kir.

-Rûsya hevalbendê rêjîma Sûriyê ye, heta niha tu helwest li hember gefên Tirkiyê nîşan nedaye. Gelo helwesta Rûsiya û berjewendiya wê ji pêkhatina êrîşan çi ye?

Berê min gotibû, Erdogan têkîliyên xwe bi hemû aliyan re çêkiriye. Rûsya di mijara Idlibê de bi hewcedariya Tirkiyê ye. Her wiha dibînin ku Tirkiye misogerkerê Rûsyayê ye. Lê lihevkirina Rûsiya ûTirkiya hevalbendek demkî ye. Ruxmî wê jî Amreîka wê hindek topbaranan paşguh bike, lê ez bawer nakim ku destwerdanek giştî çêbibe.

-Gelo helwesta koalîsyonê li hember gefên Tirkiyê têrê dike û çima?

Helbet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê teror ji herêmê qewitandine û niha li berîka dawî ew dorpêç kirine. Ji aliyê xwe ve Erdogan dixwaze zextê li wan terorîstan sivik bike û di heman demê de dixwaze aloziya hundirîn bi rêya gefan derbasî derve bike.

Di rastiyê de helwesta Koalîsyona Navdewletî ne di cih de ye. Divê koalîsyon di serî de DYA'yê li hember vê destwerdanê bisekine. Me daxuyaniyên cuda bihîstin, lê em helwestên cidî dixwazin. Tu werî rastiyê, me pişta xwe nadye wan, em pişta xwe didin vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê a bexwedêr.

Em bang li hêzên niştîmanî yên Sûriyê li tevahiya xaka Sûriyê dikin ku li hember van êrîşan bisekinin û em bang li projeya demokratîk a Bakur Sûriyê dikin ku ji hemû gelê Sûriyê re vekirbin di nav de hikumeta Sûriyê, da ku rê li ber dijmin qut bikin. Em bang li rêxistinên navdewletî dikin ku li hember gelê Sûriyê bi berpirsyariyên xwe rabin.

(şx)

ANHA