Şehîdên meha Kanûnê li Tebqayê hatin bi bîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê merasîmê bîranîna şehîdên meha Kanûnê li dar xist.

Şehîdên meha Kanûnê li Tebqayê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Tebqayê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Tebqayê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Tebqayê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Tebqayê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Kanûnê li Tebqayê hatin bi bîranîn
18 kanûn, 2018   17:51

TEBQA

Bîranîn li navenda Çand û Hunerê bi amadebûna bi dehan şêniyên herêmê, şervanên QSD, endamên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn. Li cihê bîranîn fend hatin pêxistin û wêneyên şehîdan hatibûn daliqandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got: "Dibe ku çekên me ne wekî çekên artêşeke din bin, lê çeka me biratiya gelan e, bi şehîdên xwe em bi ser ketin û em ê bi ser bikevin. Bila Erdogan nas bike, ku em ê şehîdekî li pey şehîdekî bidin heya xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin ."

Bi navê Erka Xweparastinê û QSD‘ê Hevseroka Komîteya Parastinê ya herêma Tebqayê Fatima Reşo jî axaftin kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz Hamid El-Ferec jî soza şopandina rêya şehîdan da û got, "Li pêşberî wêneyên van şehîdên pîroz em soz didin ku em şopdarên xeta wan bin haya armancên wan pêk bînin."

Di dawiya merasîmê de belgefilimeke li ser jiyana şehîdan di qadên şer de hate pêşandan. Piştre jî dirûşmeyê "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

ANHA