Şêniyên Dirbêsiyê bi yek dengî gotin "Ji Osmaniya nû re na‘

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Ji Osamaniya nû re na û ji terora Erdogan re na" daketin qadan.

Şêniyên Dirbêsiyê bi yek dengî gotin "Ji Osmaniya nû re na‘
Şêniyên Dirbêsiyê bi yek dengî gotin "Ji Osmaniya nû re na‘
Şêniyên Dirbêsiyê bi yek dengî gotin "Ji Osmaniya nû re na‘
18 kanûn, 2018   18:33

HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abullah ocalan, bi sedan şêniyên  Dirbêsiyê û gundên wê, tevî çalakvanên greva birçîbûnê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan ji qada Şehîdan ber bi navenda navçeyê ve destpê kir. Xwepêşandaran dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG û YPJ û azadiya Ocalan berz kirin.

Di xwepêşandanê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Parlamantera HDP‘ê Leyla Guven û pankartên "Ji Osmaniya nû re, ji terora Erdogan re na" hatibûn hildan kir.

Xwepêşandan li navenda navçeyê veguherî mitîngê. Li vir axaftin hatin kirin.  

Rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Delal Yûnis axivî û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî komploya li dijî azadiya gelê Kurd bi nav kir û wiha got: "Me îro çalakiya grava birçîbûnê bi dawî kir, em ê ji bo azadiya rêberê xwe têkoşîna xwe bidomînin."

Delal Yûnis gef û êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got, armaca gefan derbekirina biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk  a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ya bi saya fikr û felsefeya Ocalan pêk hatiye.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ji Osmaniya nû re na" bi dawî bû.

ANHA