YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku şervanekî wan li Kobanê di encama qezaya trafîkê de şehîd bûye.

YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
18 kanûn, 2018   13:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Hevrêyê me Simo Kobanê 16’ê Kanûnê dema ku li bajarê Kobanê li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bû.

Hevrêyê me Simo li bajarê Kobanê ji dayik bûye. Berxwedana Kobanê bandor li heval Simo kir û tevî temenê xwe yê mezin bi taybetmendiyên xwe yên zîrekbûn û sekna xwe ya jiyanê ji her kesî re nîşan da ku tu tişt ji bo meşandina têkoşîna azadiyê nabe asteng. Kesayeteke dilnizm û kedkar bû; vê jî dihişt ku hevrêyên wî, wî ji xwe re mînak bigirin. Heya roja şehadetê jî ji sekna xwe û kesayeta xwe qet tawîz nedaye, her tim bû milîtanekî azad.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Simo Kobanê
Nav û Paşnav: Simo Simê
Navê Dayikê: Xanim
Navê Bav: Numan
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 16 Kanûn 2018

Em di şexsê hevrê Simo Kobanê de hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de ji malbata şehîd Simo re û ji hemû gelê xwe re em sersaxiyê dixwazin.”

(kc)