Siyasetmedarên Şêxmeqsûdê: Hevgirtin bersiva êrîşan e

Siyasetmedarên bajarê Helebê anîn ziman ku gefên Tirkiyê di çarçoveya komployeke plankirî ya li dijî gelê herêmê de têne kirin û bang li gelê Sûriyê kir ku ji bo şermezarkirina van gefan dakevin qadan.

Siyasetmedarên Şêxmeqsûdê: Hevgirtin bersiva êrîşan e
18 kanûn, 2018   09:20

MIHEMED EBDO - EHMED REŞÎD / HELEB

Li hember gefên Tirkiyê li serserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên gel zêde dibin. Siyasetmedarên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku divê li hember van nêzîkatiyan yekêtî were avakirin.

Siyasetmedarên taxê diyar kir ku li Tirkiyê aloziyek aborî heye, heman demê de ji hilbijartinên herêmî yên Bakurê Kurdistanê r kêm maye û wiha gotin: “Tirkiye bi êrîşan dixwaze aloziyên hindirîn ên xwe derbazî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.”

‘AKP hemû şêwazên aştiyane red dike’

Girêdayî mijarê Mihemed Fewzî anî ziman ku hikumeta AKP'ê mafê gelê Tirkiyê binpê dike, hemû şêwazên çareseriyê yên aştiyane û demokratîk red dike û wiha axivî: “Hikumeta AKP'ê li dijî hemû kesên ku siyasetên wê red dikin derdikeve. Li ser rojnamevan, siyasetmedar û heta parlamenteran jî îşkenceyê û girtinê pêk tîne.”

‘Hemû kesên li dijî Erdogan derkevin ji mafên xwe bê par dimînin’

Mihemed Fewzî di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku eger mirov binpêkirinên Tirkiyê bide ber rêgezên mafên mirovan, dê bibîne ku Tirkiye nûnertiya faşîzmê dike û wiha got: “Yanî her kesek li dijî Erdogan derkeve wê ji mafên xwe yên sivîl bê par bimîne û ev tişt li piraniya herêmên bakurê Kurdistanê tê dîtin.”Her wiha Fewzî xuya kir ku Tirkiye hewl dide ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bike û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ji ber ku Erdogan, her pêngavek demokratîk li herêmê weke xeteriyekê li ser xewnên xwe yên Osmanî dibîne.”

‘Destê Erdogan ketiye nava xwîna gelê Sûriyê’

Ji aliyê xwe siyasetmedarê bi navê Mihemed Emîn xuya kir ku ev ne cara yekê ye ku Tirkiye gefan li herêmê dixwe û ev tişt anî ziman: "Di dirêjahiya 8 salan a aloziya Sûriyê de me dît ku çawa destê Erdogan ketiye nava xwîna gelê Sûriyê.”

Di berdewama gotinên xwe de Mihemed Emîn bi van gotinan matmayîna xwe li hember bêdengiya navdewletî rave kir: "Gefên Erdogan di heman dema biryara girtina buroyên Tevgera Azadiyê li Silêmaniyê û êrîşên balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser Şengal û Mexmûrê hat. Ev komployek e ku projeya demokratîk li her derê dike hedef."

Mihemed Emîn destnîşan kir ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi hemû derfetên leşkerî li ser Efrînê ispata dijberiya hebûnek demokratîke û wiha pêde çû: “Vîna gelên azadîxwaz dike hedef. Eger Tirkiyê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, ji mafê QSD'ê ye ku mafê parastina rewa bi kar bîne û hebûna dagirkeriyê li her herêmeke mîna Cerablus, Idlib û Efrînê bike hedef."

Di dawiyê de hemû siyasetmedaran bang li tevahiya gelê Sûriyê li hundir û derve kir ku dakevin qadan û gefên Tirkiyê şermezar bikin.

(şx)

ANHA