Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro behsa gefên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdana serokê Sûdanê ji bo Sûriyê, avakirina hikumeta Lubnanê û serdana serokê parlamentoya Iraqê li Siûdiyê kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
18 kanûn, 2018   09:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Moskov piştgirî da serdana El-Beşîr a li Şamê û plan dike ku baregeha Tertûsê berfireh bike

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Rayedarekî leşkerî yê payebilind ê Rûsî plana berfirehkirina binesaziya pîşeyî ya leşkerî ya Rûsya li Tertûsê eşkere kir. Di heman demê de, baregeha leşkerî ya Rûsyayê li wir jî tê berfirehkirin. Cîgirê wezîrê parastinê yê Rûsyayê Timur Ivanov ragihand ku her du aliyan, plansaziyeke hevbeş a avakirina kargeha çêkirina keştiyan li nêzî keştîgeha Tertûsê danîne.

Ji aliyekî din ve jî, Wezareta Derve ya Rûsyayê hêvî kir ku serdana serokê Sûdanê Umer El-Beşîr li Şamê û hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Sûrî, bibe alîkar da ku Sûriyê vegera Yekitiya Erebî.”

El-Ereb: Erdogan hemleyekê ragihandinê li dijî Kurdên Sûriyê  pêk tîne

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rojnameya El-Ereb got: “Serokê Tirkiyê Erdogan hemleya xwe ya ragihandinê li dijî Kurdên Sûriyê dewam dike. Erdogan roja Duşemê ragihand ku eger Amerîka wan ji rojhilatê Firatê dernexe, ew ê wan xelas bike.

Çavdêr dibînin ku tevî hemelya gefxwarin û sozan, lê  heta niha gelek hişyarî hene ku li pêşiya operasyona Tirkiyeyê ya rojhilatê Firatê bibin asteng, nexasim eger Tirkiyê erêkirinê ji Washington negire.”

Lubnan

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Heyat got: "Serokê Lubnanê Michel Ewin xebatên şêwiriyê ji bo çareseriyeke lezgîn peyda dike da ku hikumet beriya sala nû were avakirin, dewam dike."

Brîtanya

Rojnameya El-Şerq El-Ewset girêdayî rewşa Brîtanyayê wiha nivîsand: "Serokwezîra Birîtanyayê Theresa May duh der barê referenduma derxistina welat ji Yekitiya Ewropayê (Brexist) de hişyarî da parlamenteran ku destekê bidin.”

Iraq

Her wiha rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Iraqê wiha got: "Serokê Erebistana Siûdiyê Selman Bin Abdulezîz destekdayîna ji Iraqê re careke din nû kir û hêvî kir ku piştî serkeftinên leşkerî li dijî rêxistina DAIŞ`ê Iraq careke din cihê xwe li herêmê vegerîne."

Yemen

Rojnameya El-Heyat bal kişand ser agirbesta li Yemenê û wiha got: "Berdevkê Koalîsyona Erebî ya ku destekê dide hikumeta Yemenê Tirkî El-Malikî teqez kir di encama zexta leşkerî di hemû eniyan de, hişt ku Hûsî werin ser maseya danûstandinê.”