Navenda Tenduristiyê ya Ebû Xeşeb rojane ji 100 nexweşan derman dike

Navenda Tenduristiyê ya herêma Ebû Xeşeb tekane navenda tenduristiyê ya herêmê ye. Rojane 100 nexweş ji vê navendê xizmeta tenduristiyê hildidin.

Navenda Tenduristiyê ya Ebû Xeşeb rojane ji 100 nexweşan derman dike
Navenda Tenduristiyê ya Ebû Xeşeb rojane ji 100 nexweşan derman dike
17 kanûn, 2018   08:19

BITÛL EL-ŞÊX – ABDULAH MENSÛR / DÊRAZOR

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji ber zehmetiyên çûyîna bajarê Hesekê, 1`ê Mijdara 2018`an Navenda Tenduristiyê ya Ebû Xeşeb vekir.

Gundê Ebû Xeşeb dikeve bakurê Dêrazorê. 120 km dûrî bajarê Hesekê û 120 km dûrî Reqayê ye. Ev navend li herêma Ebû Xeşeb tekane navenda tenduristiyê ye. Derman ji 60 – 70 gundan re pêşkêş dike. Zêdetirî 50 hezar kes li wê herêmê dijîn.

Navenda Tenduristiyê rojane 100 nexweşan derman dike. Piraniya nexweşiyên ku li navendê têne dermankirin nexweşiyên çerm û nexweşiyên jinan in. Her wiha dermanan ji kesên nexweş re pêşkêş dike.

Di navendê de 15 hemşîre hene, her wiha bijîşkê nexweşiyên jinan û bijîşkekî nexweşiyên giştî tê de hene. Tevî derfet û alavên xwe yên kêm jî navend derman û pêwîstiyên tenduristiyê ji nexweşan re peyda dike.

Serokê navendê Cûma Rebah got wan navend amade kir, dest bi dermankirina jinên ducanî û zarokan kir û li gorî derfetên xwe dermanan ji wan re pêşkêş dikin. Her wiha Rebah diyar kir ku alav û derman ji wan re pêwîst in, ji ber ku her 6 mehan carekê UNICEF ji wan re dişîne û zêdebûna hejmara nexweşan zextê li ser wan çêdike.

(bx)

ANHA