‘Diyalogên navxweyî, ji bo Sûriyê rêya xelasiya ji krîzê ne’

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya buroya Tebqayê Musena Ebdulkerîm diyar kir ku di demekê de ku axa Sûriyê di bin dagirkeriyê de ye, opozîsyona derve li ser çi bingehê amadekariya avakirina komîteyan destûrî dike? Ebdulkerîm got ew ji danûstandinên Sûrî-Sûrî re vekirî ne û vê yekê jî wek tekane rêya çareseriyê dibînin.

‘Diyalogên navxweyî, ji bo Sûriyê rêya xelasiya ji krîzê ne’
17 kanûn, 2018   07:36

TEBQA

Têkildarî girîngiya danûstandinên navxweyî û însiyatîfên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) serokê buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musena Ebdulkerîm ji ajansa me re axivî.

Ebdulkerîm diyar kir ku danûstaninên Sûrî-Sûrî di pêvajoya heyî de pêwîstiyek in û wiha got: "Kongreya Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku bi dirûşmeya 'Avakirin û pêşketin' bi beşdarbûna gelek kesayetên siyasî, partiyên ji opozîsyona Sûriyê ya hundirîn û kesayetên serbixwe hatibû lidaxistin, diyar û zelal bû. Di kongreyê de derket holê ku diyalogên di navbera hemû aliyên Sûriyê yên opozîsyona (muxalefet) niştimanî tekane rêya çareseriyê ye."

Musena Ebdulkerîm di berdewama gotinên xwe de vexwendina nûnerên partiyên opozîsyonê û kesayetên navdar ji bo tevlêbûna diyalogên ku li Eyn Îsayê hatibûn lidarxistin, gaveke girîng û dirust ji hêla MSD'ê ve dibîne û wiha dewam kir:”MSD xwedî armanceke rastîn e û ne girêdayî ajandeyên derve ye. Mînaka herî berbiçav ew e ku nûnerên Bakurê Sûriyê ji bo her însiyatîfekê yan jî dîtinekê ku dikare dawî li aloziya Sûriyê bîne, vekirî ne.”

Musena destnîşan kir ku hewcedarî bi çareseriya siyasî ya aştiyane heye ku dawî li aloziya heyî bîne.

Ji kîjan bingehê komîteya destûrî tên avakirin û Sûriye hîna dagirkirî ye!

Musena di dirêjahiya axaftina xwe de rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe nirxand û destnîşan kir ku rewşa heyî ji bo danîna destûra Sûriye ne guncaw e.

Musena ev tişt anî ziman: "Ji kîjan bingehê opozîsyona derve amadekariyên avakirina komîteyên destûrî dike? Ji ber ku xaka Sûriyê hîna di bin dagirkeriyê de ye. Hêzên derve hê jî dest di karûbarên Sûriyeyê werdidin."

Ebdulkerîm bal kişand ku wan aliyên opozîsyona derve vexwendibûn danûstandinan, lê wan bi hinceta amadekirina komîteya destûrî banga wan red kirine û wiha domand: "Rast e, em bi wan re ne ku pêwîst e komîtyeke destûrî were avakirina û destûra heyî were guhertin. Lê gelo em ê li ser kîjan bingehê destûreke nû amade bikin? Ji ber ku hîna jî xaka Sûriyê di bin dagirkiriyê de ye?"

Musena dibîne ku danûstandina Sûrî-Sûrî tekane rêya xelasiya Sûriyê ji aloziyê ye û wiha domand: "Diyalogên navxweyî hemû aliyên opozîsyona hundirîn di nav xwe de dihewîne. Ne pirsgirêk e ku diyalogên Sûrî-Sûrî li Şamê bin an jî devereke din. Lê divê ev diyalog mîna civînên li Soçî, Cinêv û Astanayê li derveyî Sûriyê neyên lidarxistin."

Musena teqez kir ku armanc û biryarên danûstandina Sûrî-Sûrî zelal bûn û bi xwe re nameyek bihêz ji hemû siyasetên dewletên ku civînên xwe li Astana, Soçî û Cinêvê li dar dixin, rêkir û wiha domand: "Çareseriya aloziya Sûriyê wê ji hundirê Sûriyê bi rêya diyalogên siyasî û dîtina çareseriyên neteweyî pêk were."

Her wiha Musena di hevrûkirinekê de di navbera opozîsyona hundirîn ku tev li diyaloga li Eyn Îsayê bûbûn û opozîsyona derve ku li Astana û Cinêvê dicive de, ev tişt got: "Kesayetên ku nûnertiya opozîsyonê hundirîn kirine û tev li diyalogê bûne, xwedî armanceke zelal bûn. Ji hemû şêwazên diyalogê re vekirî bûn û xwedî zîhniyeteke rast ji bo çareseriya aştiyane ya aloziyê bûn. Lê opozîsyona derve ku welatparêziyê îdia dike, li benda biryarên ajandayên derve dimîne. Gelo bi vî şiklî çawa welatparêziyê îdia dikin? Ji ber ku muxalîfê Sûrî yê welatparêz beriya her tiştî wefadarê xaka Sûriyê ye û xemên gel hildigire."

‘Em ji bo diyalogan amade ne’

Di dawiyê de serokê buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musena Ebdulkerîm anî ziman ku ew ji bo rûniştina ser maseya diyalogê ya cidî û rast bi rêjîma Sûriyê re vekirî ne, bi şêwazekî ku aloziya Sûriyê çareser bike û hemû şêwazên kuştin û tundiyê li welat red dike. Her wiha gavên cidî ji bo avakirina Sûriyê bi hemû pêkhate û rengê xwe ve li ser bingeha hezkirinê biavêjin.

(şx)

ANHA