Astengdarî ji armancên wê re ne asteng e

Fatme El-Ferec li gel ku bi astengdariya mist ji dayik bûye, her çendî di jiyana xwe de azaran dikişîne jî, jiyana xwe wekî her kesî didomîne û dibistana xwe berdewam dike.

Astengdarî ji armancên wê re ne asteng e
Astengdarî ji armancên wê re ne asteng e
Astengdarî ji armancên wê re ne asteng e
Astengdarî ji armancên wê re ne asteng e
17 kanûn, 2018   08:20

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Fatma El-Ferec (15) ji gundê Ecacê yê navçeya Erîşe ya kantona Hesekê ye. Fatma bi astengdariya mist (nebûna her du destan) ji dayik dibe. Her çend Fatma di jiyana rojane de zehmetiyan dikişîne jî, tu car astengdarî ji bo jiyana xwe û pêşxistina xwe asteng nedît. Fatma bi vîneke mezin, bêyî alîkariya kesekî jiyana xwe berdewam dike.

Fatma ji biçûkatiyê ve bi zîrekiya xwe tê nasîn û dikare di hemû şert û mercên jiyanê de bijî. Fatma dihizire ku her mirovekî astengdariyeke xwe heye û ev astengdarî di lebatek (organ) laş de tê dîtin. Dibêje eger mirov bixwaze dê bi vîn û hezkirina xwe ya ji jiyanê vê astengiyê derbaz bike.

Di nivîsê de pispor e

Fatma qonaxa seretayî ya dibistanê xilas kiriye û niha jî di qonaxa navîn de bi awayekî serkeftî dixwîne. Fatma tev li xebat û çalakiyên nivîsandinê dibe û di nivîsînê de pispor e.

Fatma diyar dike ku armanca wê ew e ku bibe mamoste û nifşên nû perwerde bike. Fatma destnîşan kir ku ew bi astengdarî ji dayik bûye û wiha axivî: “Bi alîkariya malbata xwe min heta niha astengî nedîtiye. Ez rojekê pê nehesîme ku astengdar im. Ji ber ku israra min a berdewamkirina jiyanê ji astengdariya min xurttir bû.”

Rêvebera dibistana Ecacê, Hemde El-Hesen diyar kir ku Fatma gelekî zîrek e û ji hevalên xwe serkeftîtir e. Hemde got tevgerên wê balkêş in û astengdariya wê pêşî li pêşveçûna wê nagire.

ANHA