Êla El-Bû Essaf: Em bi QSD'ê re ne

Şêxê Êla El-Bû Essaf, Ubeyd Xelîl El-Hesan piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re teqez kir û diyar kir ku ew amade ne li dijî her êrîşekê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî bidin QSD’ê.

Êla El-Bû Essaf: Em bi QSD'ê re ne
17 kanûn, 2018   07:27

MIHEMED EL-EHMED-IBRAHÎM EHMED / GIRÊ SPÎ

Şêxê Êla Ereban a El-Bû Essaf, Ubeyd Xelîl El-Hesan li ser gefên Serokomarê dewleta Tirk a dagirker Receb Tayyîp Erdogan ji ajansa me re axivî. Ubeyd Xelîl El- Hesen destnîşan kir ku Erdogan dixwaze hevgirtina civakî ya li herêmê biguhere û teqez kir ku li hemberî her êrîşekê li ser xaka Bakur û rojhilatê Sûriyê dê li rex QSD’ê cih bigirin û re nadin Erdogan bikeve xaka wan.

‘Erdogan tekane alîkarê terorê ye’

Şêx Ubeyd gotinên xwe wiha domand: “Gefên Erdogan ne yên yekemîn in, lê belê ji dema ku QSD'ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ' ê rizgar kiriye û heta niha, Erdogan gefan li herêmê dixwe. Tê zanîn ku Tirkiye destgirê tekane yê terora li herêmê ye û hemû êlên herêmê jî vê rastiyê dizanin. Sînorên Tirkiyê ji bo derbasbûna çeteyên terorê hatin vekirin."

‘Em ê li cem QSD’ê cih bigirin’

Şêx Ubeyd, armanca gefên Erdogan wiha nirxand: “Di demek ku çete ber bi xilasbûnê ve diçin de, Tirkiye gefan li herêmê dixwe. Ev jî piştgiriya Tirkiyê ya ji bo çeteyan eşkere dike.”

Şêx Ubeyd diyar kir ku wan ji destpêka derketina çeteyan heta niha piştgiriya QSD’ê kiriye, wan gelek şehîd dane û ew nahêlin Erdogan jî derbasî herêmê bibe.

Di dawiya hevpeyvînê de Şêx Ubeyd ev tişt anî ziman:"Erdogan dixwaze hevgirtina civakî ya herêmê têk bibe. Lê çawa ku me piştgiriya QSD'ê di şerê li dijî terorê kir, îro jî em ê li hember êrîşên Erdogan bisekinin û nehêlin ku derbasî xaka me bibe."

(şx)

ANHA