Çalakiyên Êlekzeran berdewam dikin

Li Fransayê li gel hewayê sar jî çalakiyên Êlekzeran berdewam dikin û îro jî gelek çalakvan li qada Şanzelîze ya Parîsê kom bûn û çalakiyên xwe domandin.

Çalakiyên Êlekzeran berdewam dikin
15 kanûn, 2018   13:44

NAVENDA NÛÇEYAN

D hefteya 5’emîn de çalakiyên ‘Êlekzeran’ li Fransayê didomin û herî dawî çalakvan ber bi qada Şanzelîze ya paytext Parîsê ve herikîn.

Ajansa Fransayê AFP’ê di nûçeya xwe de diyar kir ku saet di 11.00’an de nêzî hezar çalakvanan dîsa dest bi çalakiyan kir û polêsan 60 çalakvan binçav kirin. Di hefteya derbasbûyî de polêsan 500 kes binçav kiribûn. Her wiha gelek polês û panzêr li nava kolanên Parîsê belav bûne.

Tevgera Êlekzeran ji 17’ Mijdarê ve ji ber zêdebûna baca sotemeniyê dest bi çalakiyan kiriye û çalakî li tevahiya Fransayê belav bûne.

(ekîb)