Buroyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û erkên wan

7 buroyên girêdayî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û herî dawî Buroya Karûbarên Mirovî hate vekirin. Bi vê yekê hejmara wan bû 8 û ev buro di pergala giştî ya Bakurê Sûriyê de bi erkên girîng radibin.

Buroyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û erkên wan
15 kanûn, 2018   08:44

SEYDO ÎBO – TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7`ê Îlona 2018`an hate ragihandin, Meclisa Rêveber 10 deste û 7 buroyên girêdayî Meclisa Rêveber ava kirin. Buroyên Meclisa Rêveber wiha ne: Parastin, ol û bawerî, têkiliyên derve, şêwirmendî, ragihandin, petrol û pêşveçûn û plan.

Her heft buroyan bawerî ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di 3`yê Cotmehê de girt.

Mekanîzmaya kar

Buroya Têkiliyên Derve, şandeyên ku ji derve serdana herêmên Rêveberiya Xweser dikin, pêşwazî dike û bi şandeyên ku dixwazin serdanê bikin re di nava têkiliyan de ye.

Buroya Ragihandinê, erka wê ew e ku xeta siyaseta ragihandinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bike. Hemû çalakiyên Rêveberiya Xweser dişopîne û bi buroyên ragihandinê yên her heft rêveberiyan di nava têkiliyan de ne.

Buroya Ol û Baweriyan, karûbarên hemû ol û mezhebên olî yên hemû tayîfe û gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne.

Buroya Parastinê, erka wê dozên ewlehiya giştî li herêmê ye. Çalakiyên leşkerî ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve têne kirin, dişopîne.

Buroya Petrol û Binerdê, kar û xebatên heqlên petrolê û belavkirina wan bi awayekî wekhev dişopîne.

Buroya Pêşveçûn û Plansaziyê, plansaziyên avakirinê di bajar û navçeyan de diyar dike û xebatên kesên ku avakirinê dikin, dişopîne.

Buroya Şêwirmendiyê, şêwermendiyên qanûnî û pratîk ên xebatên komîteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike.

Buroyeke nû: Buroya Karûbarên Mirovî

Herî dawî Meclisa Rêveber, Buroya Karûbarên Mirovî ava kir. Erka wê ku buroyê ew e ku ruxsetan bide rêxistinên xebatkar ên li herêmên Rêveberiya Xweser û xebatên wan bişopîne.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd El-Hamid El-Mehbaş destnîşan kir ku têkiliyên buroyan yekser bi hevserokatiya Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hene û diyar kir ku ew buroyên xwe li gorî sîstema hevserokatiyê bi rê ve dibin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dê 15`ê Kanûnê (îro) dest bi civînên bi buroyan re bikin ji bo ku ji bo kar û xebatên xwe bi komîteyên Rêveberiya Xweser û her heft rêveberiyên sivîl re di nava têkiliyê de bin û rêziknameyên hemû komîteyan werin çêkirin.

(bx) 

ANHA