Şêxê qebîleya Weldê: Em ê li dijî êrîşên Tirkiyeyê parastina herêmên xwe bikin

Ji şêxên qebîleya Weldê ya herêma Tebqayê Şêx Ebdulletîf Ferec Selamê diyar kir ku wek qebîle amade ne ku bersiva êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmê bidin.

Şêxê qebîleya Weldê: Em ê li dijî êrîşên Tirkiyeyê parastina herêmên xwe bikin
15 kanûn, 2018   08:10

MIHEMED EL-EREB / TEBQA

Ajansa me derbarê gefên dawîn ên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan de ku dê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, hevpeyvînek bi şêxê qebîleya Welda ya herêma Tebqayê Şêx Ebdulletîf Ferec Selamê re çêkir.

Selamê destnîşan kir ku piştî ku şervanên QSD`ê nêzî rizgarkirina tevahiya bajarê Hecînê bûn, gefên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan dest pê kirin û wiha got: "Ji bo vê yekê êdî îsbat bû ku dewleta Tirk bavê DAIŞ`ê ye."

Şêx Selamê wiha axivî: "Ev teqez dike ku piştî ku QSD gihaşt cihê herî dawîn ê DAIŞ`ê, Erdogan bi hêrs bû û dest bi gefên xwe li ser Rojhilatê Firatê kir. Ev yek îsbat dike ku hewl dide fitneyê belav bike û ewlehiya li herêmên bakurê Sûriyê têk bibe."

Ji dema ku gefên Erdogan dest pê kirin, gelek nêrînên civakî û fermî, her wiha li ser asta neteweyî û herêmî derketin û gefên Erdogan şermezar kirin.

Selamê gefên Erdogan red kirin û wiha got: "Gefên serokkomarê Tirkiyeyê bi tundî red dikin, em dibêjin ku ev gef me natirsînin ji ber ku em xwedî tecrube ne ku parastina xwe bikin û gelê xwe ji zilmê rizgar bikin û em ê li hemberî wan bisekinin."

El-Şêx teqez kir ku şêniyên êlên li Tebqayê amade ne ku parastina axa xwe bikin û wiha got: "Em bi saya xwîna şehîdên xwe li vir in, şehîdan em ji zilma çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, em jî amade ne bi hemû derfetên xwe parastina axa xwe bikin."

Îdiaya hin şêxên herêma rojhilatê Firatê bi dewleta Tirk re civiyane

Li ser nûçeyên ku civîneke di navbera dewleta Tirk û hin kesên ku navên êlên li herêmên rojhilatê Firatê li xwe dikin, El-Şêx Selamê teqez kir ku şêxên ku bi dewletên derve re civiyabin, ji bo berjewendiyên xwe bûn û doza xwe difiroşin wan û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Kesên mîna wan, navê çeteyan li wan tê kirin, em û hemû gelê me ji wan re dibêjin bimire xiyanet."

(jo)

ANHA