Wezareta Derve ya Iraq: Êrîşên Tirkiyeyê binpêkirin e

Wezareta Derve ya Iraqê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê daxuya kirin ku êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Wezareta Derve ya Iraq: Êrîşên Tirkiyeyê binpêkirin e
14 kanûn, 2018   17:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê  êrîşên dewleta Tirk ên li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Wezareta Derve ya Iraqê gazî li Sefîrê Tirkiyê yê li Bexdayî Fatih Yeldiz kir û li ser binpêkirinên ji aliyê Tirkiyê ve peyameke protestoyê radestî wî kir.

Wezareta Derve ya Iraqê daxuyankirin ku êrîşên Tirkiyeyê binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Wezaretê bang li dewleta Tirk ku têkiliyên hevaltiyê di navbera herdu welatan de biparêze