Cejna Êzî ji ber êrîşên li ser Şengalê bi xemgînî tê pîrozkirin

Êzidiyên navçeya Tirbespiyê piştî rojiya 3 rojan Cejna Êzî pîroz kir. Lê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Êzidiyan di cejnê de xemgînî di dilê wan de çêkir.  

Cejna Êzî ji ber êrîşên li ser Şengalê bi xemgînî tê pîrozkirin
Cejna Êzî ji ber êrîşên li ser Şengalê bi xemgînî tê pîrozkirin
Cejna Êzî ji ber êrîşên li ser Şengalê bi xemgînî tê pîrozkirin
Cejna Êzî ji ber êrîşên li ser Şengalê bi xemgînî tê pîrozkirin
14 kanûn, 2018   11:13

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Îro ji saetên sibê ve Êzidiyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li gorî rê û resmên xwe cejna Êzî ya ku bi navê ‘Cejna Rojiya Mezin’ tê zanîn, pîroz kir. 

Lê îsal bandoreke taybet a Cejna Êzî li ser civaka Êzidî heye. Ji ber dewleta Tirk a dagirker êvara cejnê êrîşê Şengalê kir. Ji ber wê cejna wan îsal hindekî kêm ma. Wekebersiv ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker Êzidiyên navçeya Tirbespiyê cejna xwe pîroz kir.

Faris Şemo yek ji pêkhateyên civaka Êzidî ye û diyar kir ku ew îsal cejna xwe wek hemû salên derbasbûyî pîroz dikin, lê dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmên Êzidiyan kir û kulek di dilê wan de hişt.

Şemo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dijminatiya gelê Êzidî dike, bi hemû şêwazan hewl dide civaka Êzidî tune bike. Şemo êrîşên artêşa Tirk li ser Şengalê şermezar kirin.

Di dawiyê de Faris Şemo got ew bi hêvî ye ev cejn bibe cejna aştî, hezkirin û rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker.

(bx)

ANHA