QSD`ê li Hecînê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan teqandin

Şervanên QSD`ê ku di bajaroka Hecînê de bi pêşve diçin, erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan dîtin û ew teqandin.

QSD`ê li Hecînê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan teqandin
14 kanûn, 2018   11:24

DÊRAZOR

Çavkaniyekî leşkerî ji herêma şer ragihand ku, li bajaroka Hecînê şerên giran navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de dewam dike. Çavkanî teqez kir ku şervanên QSD`ê di taxên bajarok de bi pêşve diçin. Şervanan di pêşveçûyîna xwe de, erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan dîtin û ew teqandin.

Heman çavkanî dîmenê ku şervanên QSD`ê erebeya bombebarkirî dîtine, bi ajansa me re parve kir.

(kc)

ANHA