TEV-DEM: Hemû pêkhateyên Sûriyê li dijî siyaseta Erdogan kelehên xurt in

TEV-DEM`ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrîş û planên xwe yên dagirkirinê de îradeya gel û projeya biratiya gelan dike hedef. Bêdengiya navdewletî rewşê ber bi karesatekê ve dibe. TEV-DEM`ê teqez kir ku pêkhateyên Sûriyê keleheke xurt in ên li dijî polîtîkaya Erdogan in.  

TEV-DEM: Hemû pêkhateyên Sûriyê li dijî siyaseta Erdogan kelehên xurt in
14 kanûn, 2018   10:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Têkiliyên Diplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê gefên Erdogan ên dawî ku di nava çend rojan de êrîşî Bakurê Sûriyê bike, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi nêzîkbûna salvegera êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê 20`ê Çileyê 2018`an, li beramberî hemû binpêkirinên derexlaqî li Efrînê ku li wê derê kuştin, revandin, binpêkirin û guhertina demografîk, Erdoganê faşîst dest bi gefan kir ku di nava çend rojan de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Her wiha hate diyarkirin ku berdewamkirina rola neyînî ya dewleta Tirk û helwest û kiryarên Tirkiyeyê li Efrînê rastiya wê diyar dike ku alîkarî û destekê dide terorîstan. Her wiha hewl dide civaka Sûriyê parçe bike, aloziya wê çareser nebe. Hebûna dewleteke dagirker li ser xaka Sûriyê ne rewa ye. Nasname û dîrokên herêmên ku dagir kirine û bi taybet li Efrînê tune dike. Dewleta Trik a dagirker hewl dide destkeftî, projeyên serkeftinê yên gelê Sûriyê û projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi pirrengiya xwe tê naskirin û nûnertiya îradeya pêkhateyên Sûriyê dike, binpê bike.

Dewleta Tirk bi rêya projeyên xwe yên dagirkeriyê li Sûriyê hemû pêkhateyan bê ferq û cudatî dike hedef. Erdogan hewl dide şer û aloziyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de gur bike û projeya gelê Bakurê Sûriyê bi din bixe û bi taybet ji ber ku tu hincetên wî yên ku jê werin bawerkirin nîn in ku êrîşî Bakurê Sûriyê bike. Lê bêdengiya navdewletî hêzekê dide Erdogan ku êrîşên xwe zêde bike, berfirehkirina xwe ya dagirkeriyê firehtir bike, projeya xwe ya binpêkirina rastî, nasnameya herêmê ya resen wekî ku çawa li Efrînê guhertina demografîk pêk tîne ku heta niha berdewam dike û hewl dide îradeya azad li herêmên ku ne teror ne jî rola Tirkiyeyê li wan tune ye, berdewam bike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan bi rêya gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze raya giştî ya Tirkiyeyê bixapîne, çavan li ser fesad, keysbazî, karê li gorî qanûna awarte her wiha girtin û ji kar derxistina bi hezaran xebatkar, rojnameger, rewşenbîran û parlamenteran dûr bixe.

Hate diyarkirin ku Erdogan hewl dide tola çeteyên DAIŞ`ê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve ber bi tunebûnê ve diçin, rake. Ji aliyekî ve tawîzan dide ku çeteyên DAIŞ`ê neyên tunekirin.

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir, her wiha hebûna dagirkeriya Tirkiyeyê li tevahî herêmên Sûriyê jî şermezar kir. Gefên dewleta Tirk ên dawî ku dê êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê bike bi awayekî cidî projeya biratiya gelan û kîna Erdogan li dijî gelê Kurd dike hedef û hewl dide bi heman armanca êrîşî hemû pêkhateyan bike.

‘Bêdengiya navdewletî ne exlaqî ye’

TEV-DEM`ê teqez kir ku bêdengiya navdewletî binpêkirina zagonên navdewletî û exlaqî ye û rewşê ber bi karesetekê ve dibe.

TEV-DEM`ê got divê tevahî gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe û tevahî gelê Sûriyê li derveyî welat û li çar parçeyên Kurdistanê ku bi rêya xwepêşandan û çalakiyan kiryar û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker eşkere bikin. Her wiha bang li raya giştî ya cîhanî, Netewên Yekbûyî, saziyên mafê mirovan, Yekitiya Ewropayê, hemû partî û rêxistinên siyasî û demokratîk li tevahî cîhanê kir ku helwestên xwe li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bikin.

‘Xetere li ser Başûr jî heye’

TEV-DEM`ê her wiha di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gefên Erdogan li dijî Bakurê Sûriyê berdewama dagirkirin û projeyên wê yên berfirehkirinê ne da ku ji nû ve û li gorî desthilatdariya dewleta Osmanî ji nû ve sînor ji herêmê re deyne. Duh jî gundewarên Şengalê û herêma Mexmûrê topbaran kir û ev yek teqez dike ku Başûrê Kurdistanê jî di xetereyê de ye.

TEV-DEM`ê di dawiyê de teqez kir ku Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen, Keldan li dijî siyaseta Erdogan keleheke xurt in û destnîşan kir ku baweriya wan bi dîroka gelê berxwedêr heye û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dê bi yekitiya xwe bisekinin û erka xwe ya welatparêziyê pêk bînin.

(bx)

ANHA