Li Hecînê cenga giran, DAIŞ`ê têk diçe

Li kolan û taxên bajaroka Hecînê, di van kêliyan de şerên dijwar di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin.

Li Hecînê cenga giran, DAIŞ`ê têk diçe
14 kanûn, 2018   09:20

DÊRAZOR

Çavkaniyekî leşkerî ji herêma Hecînê ragihand ku ji saet sibê û heta niha şerên giran navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li kolan û taxên bajaroka Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê,  rû didin.

Heman çavkanî teqez kir ku çeteyên DAIŞ`ê henaseyên xwe yên dawî dikşînin û berê xwe didin êrîşên xwekujiyê. Du çeteyên DAIŞ`ê ku hewl didin xwe di nava şervanên QSD`ê de biteqînin hatin kuştin.

(kc)

ANHA