Cejna Êzî serkeftina başiyê li ser xirabiyê ye

"Hezar û yek navên Xweda ne û navê mezin Êzî ye." Kurdên Êzidî van gotinan dibêjin û li gorî mîtolojiya wan ku navê ‘Êzidî’ ji navê Xweda ‘Azda’ girtine û piştî rojiya 3 rojan Cejna Êzî pîroz dikin.

Cejna Êzî serkeftina başiyê li ser xirabiyê ye
Cejna Êzî serkeftina başiyê li ser xirabiyê ye
14 kanûn, 2018   09:40

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Piştî rojiya 3 rojan Êzidî, Cenja Êzî pîroz dikin. Di ola êzdayetiyê de li gorî mîtolojiya Êzidiyan navê ‘Êzidî’ ji navê Xweda hatiye. Kurdên Êzidî her sal 3 rojan rojiyê digirin.

Ji Êzidiyan re Roj pîroz e. Di hin gotinên olî yên êzdayetiyê de dibêje Roja Xweda li ser erdê ye û ji bilî wê jiyan li ser hemû beşên xwezayê dewam nake.

Di Rojiya Êzî de 2 hefteyên din di rojiya Êzidiyan de hene; 9 roj li ser 3 hefteyan belav in, tê de tenê rojên sêşem, çarşem û pêncşeman rojiyê digirin. Her hefteyekê navek lê tê kirin; hefteya yekemîn navê Rojiya Şêşems, hefteya duyemîn Rojiyên Xwedane û hefteya dawîn jî navê Êzî lê tê kirin.

Êzidî di roja beriya cejnê de serdana gorên miriyên xwe dikin û xêrê li ser rihê wan belav dikin. Di roja cejnê de Êzidî serdana hev dikin.

Yek ji rewşenbîrên civaka Êzidî Nesîm Şemo got ku cejn feraseteke ji bo hevgirtina hezkirin û aştiyê di nava pêkhateyên de ye ku di nava hev de dijîn. Şemo wiha got: "Serdanên di cejnan de, da ku nehezkirin dûr biçe û têkiliyên civakî xurt bibin.”

Nesîm Şemo da xuya kir ku dijminên gelê Kurd û bi taybet dewleta Tirk, hewl didin hemû awayan dîroka gelê Êzidî û çanda Kurdan tune bikin.

Nesîm Şemo di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku cejna îsal cejna aştiyê ji bo hemû gelê Kurd û hemû pêkhateyên li herêmê û şêniyên Efrînê ji zilma Tirkiyeyê û çeteyên wê xilas bibin.

(jo)

ANHA