YPG`ê li Efrînê li artêşa Tirk xist;5 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê eşkere kir ku di encama çalakiya şervanên wan li navçeya Şêrawa  ya Efrînê de, 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

YPG`ê li Efrînê li artêşa Tirk xist;5 leşker hatin kuştin
14 kanûn, 2018   08:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenad Ragihandin  û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihand ku 13`ê Kanûnê yekîneyeke wan li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê li hember çeperên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek bi bandor li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeperên dijmin hatin rûxandin û 5 leşkerên dagirker hatin kuştin.

(kc)