Jinên Reqayê ji bo parastina ewlehiya bajarê xwe dixebitin

Di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 260 endamên jin cihê xwe di parastina ewlehiya Reqayê de digirin û ji bo parastina mafên jinan bi roleke girîng radibin.

Jinên Reqayê ji bo parastina ewlehiya bajarê xwe dixebitin
Jinên Reqayê ji bo parastina ewlehiya bajarê xwe dixebitin
Jinên Reqayê ji bo parastina ewlehiya bajarê xwe dixebitin
Jinên Reqayê ji bo parastina ewlehiya bajarê xwe dixebitin
Jinên Reqayê ji bo parastina ewlehiya bajarê xwe dixebitin
14 kanûn, 2018   08:51

RUBA EL-ELÎ / REQA

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji hêla QSD'ê ve, ji zêdetirî salekê ve, jiyana asayî di hemû waran de vegeriya. Ji aliyê xwe jinan dest bi birêxstinkirina xwe kir û rola xwe ya pêşeng di civakê de lîst. Niha jinên Reqayê cihê xwe di rêveberiyan de digirin û roleke girîng di parastina bajêr de ji her xetereyekê dilîzin û mafên jinan diparêzin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî 15 rojan ji rizgarkirina Reqayê, hate avakirin. Her wiha jin jî tev li nav refên hêzê bûn. Lê ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê di dirêjahiya 4 salan de, di destpêkê de rêjeya tevlêbûna jinan di nav hêzê de gelekî kêm bû. Piştî salekê hejmara endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû 260 endam.

Di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de gelek beş hene; jê têkoşîna li dijî sûc, çavdêrî, lêpirsîn û girtina ser û trafîkê hene û her wiha jin di van beşan de cihekî sereke digirin.

Tevî wê jî endamên jin ên hêzê, tev li dewreyên perwerdekirinê dibin û perwerdeyên bîrdozî girêdayî azadiya jinan û neteweya demokratîk û perwerdeyên leşkerî dibînin.

Her wiha endamên jin ên hêzê ji bo parastina bajêr ji xetereyan, li ser bendên kontrolê di nav bajêr de û li têketinên bajêr disekinin. Têkildarî mijarê endama hêzê Rîm El-Elî destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehiya bajêr piştî rizgarkirina wê ji DAIŞ'ê, cihê xwe li ser bendên kontrolê digire.

Rîm El-Elî diyar kir ku jinên Reqayê piştî rizgarkirinê dest bi lîstina rola xwe ya pêşeng di hemû warên jiyanê de kirine û benda tirsê ya ku çeteyên DAIŞ'ê di dilê wan de çandibû, şikandine.

Ji aliyê xwe ve endama hêzê Buşra Umer El-Burcis destnîşan kir ku ew bajarê ku bi saya xwîna şehîdan bi taybet şervanên jin ên YPJ'ê rizgar bûye, diparêzin.

Rêvebira Beşa Lêpirsîna Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Menal El-Umer anî ziman ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo xizmeta şêniyan bi koordîneya Ewlekariya Giştî re xebatên parastinê bi rê ve dibin û dewriyeyan bi rêxistin dikin.

Di berdewama gotinên xwe de Menal El-Umer destnîşan kir ku ew hemû giliyên girêdayî jinan pêşwazî dikin û çareseriyên guncaw jê re dibînin, li gorî pîvanên civaka ku ji ber dagirkeriya çeteyan azar kişandiye.

Ji aliyê xwe ve endama hêzê ya bi navê Kîfa Mehmûd tekez kir ku wan di destpêkê de ji ber zîhniyeta baviksalar pirsgirêk dikişandin. Lê piştî derbasbûna zêdetirî salekê ji rizgarkirina bajêr, ev tişt derbas kirine.

(şx)

ANHA