Nasnameya kesên ku di êrîşa Mexmûrê hatine şehîd bûne hate eşkerekirin

Meclisa Gel a Mexmûrê nasnameya 4 jinên Mexmûrî ku şevê din di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê şehîd bûn, aşkere kir.

Nasnameya kesên ku di êrîşa Mexmûrê hatine şehîd bûne hate eşkerekirin
14 kanûn, 2018   07:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gel a Mexmûrê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir di êrîşa şevê dî de kesên ku hatine qetilkirin 3 jê ji heman malbatê, dayik, keç û nevî ne.

Balafirên şer ên Tirk şevê dî saet 20.00'an bi balafirên şer li Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî) xistin. Meclîsa Gel a Mexmûrê diyar kir di êrîşa dewleta Tirk de Asya Elî Mihemed (73), keça wê  Narinç Ferhan Qasim (26), neviya wê (14) salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer (23) şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin malbat ji bo ku li sewalên xwe binere dema ku diçin koxê balafirên şer ên Tirk li wan xistine û wê demê şehîd bûn.

Piştî êrîşa şevê din, gelê wargehê saetên sibehê dîsa li meydana gund civiyan. Her wiha li kampê ti kargeh jî nehatin vekirin.

Li gorî daxuyaniya Meclisa Gel ji bo kesên ku şehîd bûne wê saet 13.00'an merasîma cenaze wee çêkirin.