Koordînasyona Civaka Êzidî Cejna Êzî pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzidî bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Êzî li Êzidxan û li hemû mirovahiyê pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî Cejna Êzî pîroz kir
14 kanûn, 2018   07:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro roja yekemîn a Cejna Êzî ye. Bi vê boneyê, Koordînasyona Civaka Êzidî bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Êzî li Êzidxan û li hemû mirovahiyê pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî da zanîn ku civaka wan hêjî bi sed hezaran li kampên penaneberiyê cejna xwe dibin rewşên berdewamiya fermana dawî de pîroz dike.

Koordînasyonê anî ziman ku hêzên tarî û xêrnexwaz hewl didin ku civaka wan ji axa wî qut bikin û nebê xwedî statû û wiha dewam kir:”Lê têkoşîna me ji bo azadiyê û rûmetê berdewam dike. Armanc, bawerî û rihê mam Zekî Şengalî bû neqşerê û garantiya serkeftina Êzidxanê.”

Her wiha koordînasyonê got:”Bi vê wesilê em Nadya Murad ku wek yek ji bermahiyên  fermanê ye xelata Nobel wergirt pîroz dikin û hêvidarin ku ev xelat bibê wesila misogerkirina xweseriya Şengalê.”

Koordînasyona Civaka Êzidî di dawiyê de cejna Êzî li hemû civaka Êzidî, gelê Kurd û giştî mirovahiyê pîroz kir.