Jinên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûn jiyaneke nû diafirînin

Jinên Efrînê xwedî hêz û israra têkoşînê ne. Ew dayik, bijîşk, mamoste û berpirsên aboriya malê ne û berdewamkirina têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê tekez dikin.

Jinên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûn jiyaneke nû diafirînin
Jinên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûn jiyaneke nû diafirînin
Jinên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûn jiyaneke nû diafirînin
Jinên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûn jiyaneke nû diafirînin
Jinên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûn jiyaneke nû diafirînin
Jinên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûn jiyaneke nû diafirînin
Jinên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûn jiyaneke nû diafirînin
Jinên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûn jiyaneke nû diafirînin
14 kanûn, 2018   07:05

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrînê û binpêkirinên wan ên nemirovî ku piştî dagirkirina kantonê pêk anîne, şênî neçarî derketina ji warên xwe kirin û ji ber wê şêniyên Efrînê berê xwe da kantona Şehbayê û dest bi pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê kir.

Di rêya berxwedanê de jinên Efrînê bûn mînak û ruxmî şert û mercên koçberbûnê jî lê erka avakirina jiyaneke nû hilgirtin ser milên xwe û di heman demê de gelek xebatan dimeşînin.

Li gel paşguhkirina rêxistinan ew dermanên nexweşiyên şêniyên Efrînê ye

Piştî ku şêniyên Efrînê neçar man ji warên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, jinên Efrînê ku ji dermankirina bi rêya gihayan fêr bûne, xebatên dermankirinê ji şêniyan re pêşkêş kirin. Kongreya Star bi hevkariya Kampa Serdemê li gel paşguhkirina rêxistinan û tunebûna dermanan, konek ji bo jinên ku dermankirinê bi rêya gihayan dizanin, vekir. Niha di bin kon de 2 jin dixebitin û nexweşiyên mîna zertik, disk û menaqîr û gelek haletên şikestinê derman dikin.

Dayika Edûl Mûsa Ehmed 47 salî ye û ji 15 salan ve fêrî vê pîşeyê bûye. Dayika Edûl ji destpêka bicihbûna wê li kampê ve zêdetirî 20 haletên şikestina destan û lingan derman kirine û diyar kir ku şênî ji kampê û derveyî kampê bi armanca dermankirinê serdana wê dikin.

Berpirsên aboriya malbatê

Ji aliyekî din ve gelek jinên Efrînê ji bo peydakirina qûtê rojane di nav sûkan de dixebitin. Dayika Sebah Mihemed yek ji wan e. Dayika Sebah li sûka Kampa Bexwedan cilan difiroşe û pêdiviyên xwe yên rojane peyda dike.

Mamoste û perwerdekarên nifşên nû

Hejmarek ji jinên ciwan ên Efrînê ku xwendina xwe bi dawî kirine, piraniya deme xwe bi fêrkirina zarokan û perwerdekirina nifşên nû derbas dikin. Ji nav wan jinan, yek jî Menal Ehmed e. Menal bê pere zarokan fêrî xwendinê dike û wan wek bira û xwişkên xwe dihesibîne û heta vegera Efrînê alîkariya wan dike.

Ji bo rizgarkirina Efrînê rêyekw dijwar pejirandine

Şarezahiyên jinên Efrînê wan dixin rêyeke dijwar li hember plan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst li dijî jinan. Jin bi vê yekê tekez dikin heta rizgarkirina Efrînê ew ê li ber xwe bidin û tê bikoşin.

(şx)

ANHA