'Em ê xaka xwe li hember êrîşên Tirkiyeyê biparêzin'

Welatiyên Qamişlo gefên serokê Tirkiyeyê ku dê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk bîne, şermezar kirin û xuya kir ku Erdogan dijminê gelên herêmê ye. Her wiha tekez kirin ku ji bo parastina destkeftî û xaka xwe dê bedenên xwe bikin mertalên zindî.

'Em ê xaka xwe li hember êrîşên Tirkiyeyê biparêzin'
14 kanûn, 2018   06:59

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da û amadekirina pêkanîna êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû. Daxuyaniyên Erdogan rastî nerazîbûnên gelêrî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin û her wiha şêniyan tekez kir ji bo parastina destkeftî û xaka xwe û li hember êrîşan dê bedenên xwe bikin mertalên zindî.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Elî Can ku ji şêniyên bajarê Qamişloyê ye, xuya kir ku dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê Kurd e, lê belê dijminê gelê Tirk û tevahiya gelên herêmê ye û wiha got: "Erdogan hewl dide xewnên Osmaniyan ku 400 sal hikum kirine, vejîne. Lê hêviyên wî di dagirkirina herêmê de dê pêk neyên."

Di berdewama gotinên xwe de Elî Can got Erdogan ne tenê dijminê partiyekê ye lê belê dijminê mirovahiyê ye û ji bo vejandina xewnên Osmaniyan hemû hêzên xwe kom dike. Her wiha Elî tekez kir ku gefên Erdogan li dijî herêmê ne nû ne, ji ber ku balafirên wî ji 40 salî ve li asîmanên başûr û bakurê Kurdistanê difirin û niha jî li asîmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê difirin.

Can piştrast kir ku ji aliyê herêmê ve tu gule ber bi sînorên Tirkiyeyê ve nehatine avêtin û ev tişt anî ziman: "Rojekê me êrîşî Tirkiyeyê nekiriye. Lê ew her tim gefan li herêmê dixwe û bi armanca qirkirina gelê Kurd û gelê herêmê êrîşî herêmê dike. Eger dixwazin derbasî herêmê bibin, bila kerem bikin tu kes rê li ber wan nagire. Lê bila baş bizanibin ku ew ê li ser cenazeyên me derbasî herêmê bibin."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Elî Can xuya kir ku divê gel li hember artêşa Tirk a dagirker serî hildin û di vê pêngavê de di serî de hevgirtina xwe ava bikin û li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Di dawiyê de Elî Can ev tişt destnîşan kir: "Dewleta Tirk endameke NATO’yê ye. Eger êrîşî herêmê bike, em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û em amade ne. Derbasbûna herêmê ne seyanek e, me xwe bi rêxistin kiriye û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Fatme Esad jî wiha got: "Em ê li rex şervanên xwe yên YPG û YPJ'ê li hember êrîşan bisekinin. Em ê nehêlin ku ew derbasî xaka me bibin û êrîşî dîrok û nirxên me bikin."

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Mihemed Elî xuya kir ku dijminên wan ên hov nikarin vîn û israra gel di berxwedanê de bişikînin û bi gefên xwe yên domdar li dijî rojhilatê Firatê hewl didin moralên çeteyên DAIŞ'ê yên ku têk diçin, bilind bikin û wiha got: "Em ê bi jin û mêrên xwe ve bi yekrêzî li hember dijminê Tirk ê Osmanî yê zordest bisekinin û em ê hemû destkeftiyên xwe yên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û em ê ji bedenên xwe sînoran çêkin da ku xaka xwe ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker biparêzin."

(şx)

ANHA