Şêx û rûspiyên êlên Reqayê: Em ê li hember êrîşan bisekinin

Hejmarek şêxên êlên Reqayê got ew zêdegaviyên Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyê red dikin û destnîşan kir ku divê civata navdewletî binpêkirinên Tirkiyeyê bi dawî bikin.

Şêx û rûspiyên êlên Reqayê: Em ê li hember êrîşan bisekinin
14 kanûn, 2018   06:52

HEMED EL-MISTEFA-EMMAR EL-XELEF / REQA

Daxuyaniyên şêxên êlên Reqayê piştî gefên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, hatin.

Şêx Mihemed Tirkî El-Sewan şêxê êla El-Sebxa wiha got: "Divê dewletên cîhanê di serî de Koalîsyona Navdewletî, tevgerên Erdogan bi dawî bikin û helwestek cidî û fermî nîşanî daxuyaniyên wî yên dijminahî li hember gelê Bakurê Sûriyê bidin. Em wan daxuyaniyan hovane û ne mirovî dibînin. Tirkiye bi armanca pêkanîna planên xwe yên li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê wan gefan li herêmê dixwe."

Di berdewama gotinên xwe Tirkî El-Sewan destnîşan kir ku piştî ku QSD nêzî rizgarkirina berîka dawîn a DAIŞ'ê bûye, Tirkiye bi van gefan armanc dike temenê DAIŞ'ê dirêj bike. Çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê êdî nefesa xwe ya dawîn didin, ji lew re Tirkiye bi gefên xwe û bilindkirina asta hêzên xwe yên leşkerî li ser sînor, hewl dide tevliheviyê derxe û hêzên leşkerî û sivîl ên herêmê belav bike.

Ji aliyê xwe ve Şêx Ayid El-Hadî şêxê êla El-Mûs El-Zahêr redkirina xwe ji gefên Tirkiyeyê re wiha rave kir: "Em her êrîşeke hovane li ser xaka me red dikin û ew binpêkirineke ji xaka Sûriyê re ye. Parastina xaka Sûriyê erka her welatparêzekî ye. "

Di berdewama gotinên xwe de El-Hadî xuya kir ku divê hikumeta Sûriyê ji bo parastina xaka Sûriyê biryar bide û li hember van daxuyaniyan bisekine. Her wiha destnîşan kir ku divê bertekeke fermî li hember van gefan ku serdestiya Sûriyê armanc dike bigire, ji ber ku herêm beşek ji Sûriyeyê ye û gelê wê bi hemû pêkhateyên xwe ve yek in. El-Hadî anî ziman ku divê hikumeta Sûriyê peyamekê ji kesên ku li otêlan dimînin re bi rê bike û bibêje, 'Hûn ji gelê Sûriyê û yekitiya xaka wê re li ku derê ne? Gelê Sûriyê li xendeqan şer dike û hûn jî li otêlan di hembêza Tirkiyeyê de ne?”

Di dawiyê de El-Hadî destnîşan kir ku di aloziya Sûriyê de xwîna her du pêkhateyên Ereb û Kurd di şerê li hember terorê de tevlihev bûye û wiha got: "Me herêmên xwe ji terorê rizgar kirin û em ê wê bikin kelehek li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê. Divê dewletên cîhanê yên bişeref bi çavê mirovahiyê li bûyerên ku li Bakurê Sûriyê û li Sûriyê bi giştî rû didin binêrin û rijandina xwîna gelê Sûriyê rawestînin û yekitiya refa Sûrî ava bikin. Em ne terorîst in mîna ku Erdogan îdia dike."

(şx)

ANHA