Muslim: Pişta xwe nedin tu aliyên din

Salih Muslim, Tirkiyê ji encama pêkanîna êrîşek li dijî herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê hişyar kir. Her wiha tekez kir ku gelê herêmên wê bersiva her êrîşekê bidin û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku baweriya xwe bi hêza xwe bînin û pişta xwe nedin tu aliyên din.

Muslim: Pişta xwe nedin tu aliyên din
14 kanûn, 2018   05:20

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Buroya Têkîliyên Giştî û berdevkê PYD’ê Salih Muslim, gefên Tirkiyê bi kûrbûna aloziya hundirîn a Tirkiyê ve girêda û got: "Gefên Tirkiyê, nîşaneyên aloziya rewşa Tirkiyê ye. Tirkiye gelek kaxizên bazariyê li herêmê winda kiriye û êdî li Idlibê di nav aloziyek rastîn de ye."

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Şerq El-Ewsat behsa lihevkirinek Rûsya-Tirkiye girêdayî derbasbûna Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramberî derbasbûna hêzên rêjîma Sûriyê herêmên li başûrê Idlibê kiribû.

Muslim diyar kir ku Tirkiye ji bo veşartin têkçûnên xwe yên siyasî û aborî gefan dixwe û li gorî wî rêya tekane ya derketinê êrîşa li dijî gelê Kurd e. Muslim got:” Tirkiye hewl dide bi rêya van gefan hindek tawîzan ji Amerîka yan jî ji hindek aliyên din li Sûriyê bi dest bixe."

Muslim anî ziman ku ev hewldanên Tirkiyê dê bi sernekevin, ji ber ku herêm pêvajoya tawîzdayîna ji Tirkiyê derbas kiriye.

Salih Muslim gefên Tirkiyê bi armanca parastina DAIŞ'ê bi nav kir û got: "Piştî ku em li bajarokê Hecînê ji serkeftina li dijî DAIŞ'ê nêz bûn, daxuyaniyên Tirkiyê  girêdayî Hecîn û bidawîbûna DAIŞ'ê tenê bi mebesta parastina DAIŞ'ê yan jî komên mîna yên girêdayî wê hatin."

Muslim bi lêv kir ku şantaja Tirkiyê êdî bandor li Rûsya û Amrerîkayê li herêmê nake, ji ber ku her du alî siyaseta Tirkiyê ya şantajiyê nas kirine.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê yekser piştî daxuyaniyên Tirkiyê got: "Pêkanîna êrîşekî ji aliyekî ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li herêmên ku tîmên Amerîkayê lê bi cih bûne cihê fikrane û ev yek nayê qebûlkirin.”

Berdevkê PYD`ê got:"Dibe ku Tirkiyê ji ber wendahiyên ku dîtine, hinek karên bê serûber bike. Lê bersiva pêkhateyên Bakurê Sûriyê dê bi hêz be û têkçûna Tirkiyê wê diyar be.”

Li ser asta hundirîn a heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Muslim ev tişt anî ziman: "Em di parastina destkeftî, xak û hebûna xwe de bi israr in. Ji bilî birêxistinkirina refa gel û xeta berxwedan li pêşberî me tiştekî din tune ye. Ji destpêkê ve û heta niha em li hember hemû êrîşan sekînin. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin ji ber ku gelê berxwedêr li pişta me ye û di dirêjahiya temenê xwe de weke gelek berxwedêr jiyaye. Ji lewre divê em weke gel bi yek milî amade bin da ku li hember her êrîşekî bisekinin."

Her wiha Muslim gelê herêmê ji şerê derûnî ku çapemeniya Tirkiyê bi armanca valakirina herêmê pêk bîne, hişyar kir.

Di dawiyê de Muslim bang li civata navdewletî û Koalîsyona Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ'ê û hevalên gelê Sûriyê kir ku helwestên xwe li hember gefên Tirkiyê nîşan bidin û wiha got: "Ruxmî her tiştî  ji bo parastina xwe û xaka xwe,  divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê baweriya xwe bi hêza xwe bînin û pişta xwe nedin tu aliyên din.”

(şx)

ANHA