ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.12.2018
14 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

- Rûsipiyên êlên Reqayê gotin ew zêdegaviyên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê red dikin û destnîşan kirin ku divê civata navdewletî binpêkirinên Tirkiyê bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên Qamişlo gefên serokê Tirkiyê ku dê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk bîne şermezar kirin û anîn ziman ku ku Erdogan dijminê gelên herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Xweser a  Kantona Efrînê, têkildarî gefên  Erdogan ên li ser herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê, wê li kampa Berxwedan daxuyaniyekê bidin raya giştî. Saet 13:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Civaka Êzidî li Rojava û li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê Cejna Êzî pîroz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dema ku gotegotên şer dest pê kirin, digot “Cebilxaneya min û pakêta min a cigareyê têra min hene.” Dema ku şer dest pê kir jî di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Navê xwe Rojhat e, wateya xwe jî “hatina rojê” ye. Di dema qonaxa destpêkê ya Berxwedana Serdemê de li Efrînê tu kes tune bû ku wî nas neke û jê hez neke. Rojhat jî yek ji wan kesan bû ku di şerekî du hêzên ji hêla teknîk ve ji hev cuda de destanên lehengiyê nivîsandin.(BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Salih Muslim, Tirkiyê ji encama pêkanîna êrîşek li dijî herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê hişyar kir. Her wiha tekez kir ku gelê herêmên wê bersiva her êrîşekê bidin û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku baweriya xwe bi hêza xwe bînin û pişta xwe nedin tu aliyên din.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven, li Tirbespiyê û Şehbayê dewam dike. Li Kobanê çalakiya greva birçîbûnê ya bi heman armancê bidawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên Efrînê ku bixwedana xwe têne naskirin, teqez kirin ku heta rizgarkirina Efrînê wê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên Reqayê ku tevlî Hêzên Ewlehiya Hundirîn bûne, bê navber bajarê xwe ji hemû êrîş û metirsiyan diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Li bajaroka Qermanê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê navenda çand û hunerê tê vekirin. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî yek ji Akademiyên Civaka Demokratîk li Bakurê Sûriyê ye. Akademî di salekê de, 230 endam perwerde kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA