Fermandarê rûken ê Berxwedana Serdemê; Rojhat

Dema ku gotegotên şer dest pê kirin, digot “Cebilxaneya min û pakêta min a cigareyê têra min hene.” Dema ku şer dest pê kir jî di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Navê xwe Rojhat e, wateya xwe jî “hatina rojê” ye. Di dema qonaxa destpêkê ya Berxwedana Serdemê de li Efrînê tu kes tune bû ku wî nas neke û jê hez neke. Rojhat jî yek ji wan kesan bû ku di şerekî du hêzên ji hêla teknîk ve ji hev cuda de destanên lehengiyê nivîsandin.

Fermandarê rûken ê Berxwedana Serdemê; Rojhat
Fermandarê rûken ê Berxwedana Serdemê; Rojhat
Fermandarê rûken ê Berxwedana Serdemê; Rojhat
Fermandarê rûken ê Berxwedana Serdemê; Rojhat
Fermandarê rûken ê Berxwedana Serdemê; Rojhat
Fermandarê rûken ê Berxwedana Serdemê; Rojhat
14 kanûn, 2018   05:15

DELÎL FIRAT / NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku êdî şer hate ber derî û dijmin dest pê kir êrîşî Efrînê kir, ji bilî berxwedanê û sekneke birûmet, tu rêyên din tune bûn. Ji bo Rojhat (Zilmet Mihemedî) jî êdî roj hatibû ku li dijî dijmin sîng bi sîng şer bike. Wekî zarokan kêfxweş û bi kelecan bû. Çek û rextên xwe hildan, pê re jî pakêta xwe ya cigareyê ji bîr nekir û xiste berîka xwe.

Di nav komekê de cihê xwe girtibû ku dê ji bo tolhildanê li hember çeteyên faşîst şer bikira. Ew çete bi salan bûbûn kabûsa gelên herêmê. Ji her demê bêtir bi kêf û heyecan bû. Dema ku derket rê, di dilê wî de bes fikarek hebû; dijmin li Efrînê têk bibe û hinekî din xwe nêzî azadiya Rêbertî û gelê xwe bike.

Berxwedana Serdemê lehengên xwe diafirîne!

Her çend ne xuya be jî bê ka dîrok kesayetan diafirîne yan kesayet dîrokê, bi zelalî li ber çavan e ku yên dîroka nûjen a Kurdistanê dinivîsin, egîd û leheng in. Ger em hinekî bala xwe bidine ser rastiya dîrokî û civakî ya Kurdistanê, em ê bibînin ku yên ku dîrok kirine dîrok, ew leheng bi xwe ne.

Berxwedana Serdemê vê yekê bi awayekî berbiçav derpêş dike. Her çend hêz û teknîka leşkerî yên ji hev gelekî cuda hebin jî, bêyî ku li şert û mercan bialiqe, Berxwedana Serdemê gelek leheng afirandin û wan egîd û lehengan navên xwe bi herfên zêrîn li dîroka nûjen a Kurdistanê nivîsandin.

Di navbera 20’ê Çile û 18’ê Adara 2018’an de, di Berxwedan Serdemê de li herêma Efrînê şerekî mezin ê îradeyê pêk hat û di vê berxwedanê de bi dehan leheng afirîn. Berxwedana Serdemê bi sedan Avesta Xabur, Karker Botan, Şiyar Amanos, Barîn Kobanê û Rojhat afirandin. Rojhat jî yek ji wan lehengên nemir bû dê tu carî neyê jibîrkirin. Rojhat Efrîn û Rojhat Rojhilat, bi qasî ku navên wan heman bûn, heçku hevrêtiya wan a xebat û çarenûsê jî heman bû.  

Rojhat li dijî înkar û îmhayê beşdarî têkoşînê dibe!

Kesên ku dikarin ji demên xeternak ên dîrokên gelan re bibin bersiv, di dîrokên wan gelan de wek egîd û qehreman tên zanîn. Ew kes serfiraznebûnê dikin serfirazî, tirsê vediguherînin wêrekiyê û paşveçûnê dikin pêşveçûn. Rojhat Rojhilat jî xwedî hêz û şiyanên wisa bû. Di demekê de ku hêzên dagirker êrîşen xwe yên bi ser Kurdistanê de zêde kiribûn, wek bersiva wan êrîşan, di temenê xwe yê ciwan de berê xwe dabû çiyayan û tev li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bûbû.

Di salên 2008 û 2009’an de dewleta Tirk a faşîst konsepteke berfireh a îmhayê dabû destpêkirin û bi modela Srî Lankayê hewl dida hêzên gerîla îmha bike. Serkêşê artêşa Tirk a dagirker ê wê demê Îlker Başbug digot dê tevlêbûna li nav gerîla asteng bikin û yên li çiyayan jî îmha bikin. Wekî bi hezaran ciwanan, Rojhat jî li dijî wan angaştên faşîst berê xwe da warên berxwedanê çiyayan.

Rojhat tev li şoreşa Rojava dibe

Hêj di ser meşa wî ya azadiyê re tenê çend sal derbas bûbûn, li Rojava bayê azadiyê digobilî. Rojhat bi hest û bendewariyên welatparêz û şoreşger di şoreşa Rojava de cih girt û li gelek eniyan li ber xwe da. Di qadên herî çetin de li dijî dijmin şer kir û di şerekî de birîndar bû. Lê belê ev yek ji xwe re nekir asteng û rêya xwe domand.

Piştî ku derbasî Rojava bû, di nav şert û mercên herî dijwar de li Efrîn û Helebê ji bo avakirina yekîneyên çekdar ên pêşîn bi roleke girîng rabû. Dûre jî derbasî herêma Cizîrê bû. Dema ku şerê li hember çeteyên dewleta Tirk a faşîst gur bûbû, dîsa birîndar bû. Piştî ku birîndar bû, di nav asayîşê de cihê xwe girt. Li Dêrikê di avakirina HAT’ê de cih girt. Piştî ku di nav asayîşên Serêkaniyê û Qamişloyê de kedeke giranbuha da, di serê sala 2017’an de çû Efrînê û demekê di nav asayîşa wir de ma. Piştî ku Rojhat Efrîn ji Efrînê derket, heta ku şehîd bû fermandariya HAT’ê kir.

Rûkenî û cesareta wî di bîra her kesî de ma

Di roja 8’an a Berxwedana Serdemê de bi hevalê xwe Rojhat Efrîn re ji bo ku hevalên xwe yên li girê Bilbilê bibîne, çûbû wir. Hevalên wan di rê de rastî êrîşekê hatibûn û wan jî ji bo alîkariyê berê xwe dabû wê derê. Li gundekî nêzî navçeya Bilbilê ya Efrînê di encama êrîşeke balafireke keşfê de rastî suîkastê hatin û bi her 8 hevalên xwe re tev li karwanê pakrewanan bû.

Rojhat ji bajarê Selmas ê rojhilatê Kurdistanê bû, navê gundê wî Necihanê bû û yek ji 5 zarokên Eyşê û Kemal bû. Rojhat di nav malbateke kedkar de hatibû dinê û di sala 2008’an de tev li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bûbû. Di roja 8’an a şerê mezin de bi çend hevalên xwe re xatir ji me xwest. Rojhat bi biryardarî û cesareta xwe karî di nav lehengên Berxwedana Serdemê de ji xwe re cihekî tekane peyda bike. 

Rojhat bi rûkenî û kesayeta xwe ya bexwedêr li dû xwe bi sedan Rojhat hiştin. Çi dema ku bibûya qala wî, êdî di  bîra her kesekî de bîranîneke Rojhat hebû. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê bi roleke mezin rabû û di bîra hemû kesên li derdora xwe de ji xwe re cihekî xweşik çêkir. Ma ev tenê jî ne bes e ku ji bo Efrînê bibe egera tolhildan û gurkirina têkoşînê?

ANHA