Di êrîşa Mexmûrê de 4 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûne-HATE NÛKIRIN

Balafirên şer ên artêşa Tirk li bombe li sivîlên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî barandin. Di êrîşê de 4 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê şehîd bûne.

Di êrîşa Mexmûrê de 4 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûne-HATE NÛKIRIN
13 kanûn, 2018   19:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saet derdorî 20:00'an de bombe li sivîlên Wargeha Şehdî Rûstem Cûdî ya Mexmûrê barandin.

Di êrîşê de 3 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûr ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xwe bi rêxistin kiribûn şehîd bûn. Endamê Hêza Parastina Cewherî yê ku birîndar jî bibû li nexweşxaneyê şehîd bû.

Li ser kampê balefirên keşfê digerin.