Misir û Fransayê şiyariya gurbûna asta şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan

Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şukrî û nûnerê taybet ê serokê Fransayê ji bo Sûriyê François Sinimo di hevdîtinên xwe ya roja pênşemê de, şiyariya gurbûna asta şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan

Misir û Fransayê şiyariya gurbûna asta şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan
13 kanûn, 2018   19:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Wezareta Karê Derve yê Misrê Ehmed  Hafiz ji ajansa Spûtinkê  re ragihand ku, di hevdîtina ku li Qahîrê navbera Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şukrî û nûnerê taybet ê serokê Fransayê ji bo Sûriyê François Sinimo de çêbûye, rewşa aloziya Sûriyê û çareserkiriina aloziyê bi rêya siyasî hate nîqaşkirin.

Hafiz bibîr xist ku di hevdîtinê de, her du aliyan şiyariya gurbûna asta şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û teqez kirin ku ev yek wê têkoşîna li dijî terorê asteng bike.

Duh Erdogan, gefxwarin ku ew ê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

(kc)