Civîna Meclisa Kantona Qamişlo bi girtina biryaran bi dawî bû

Meclisa Kantona Qamişlo civîna xwe ya salê bi girtina biryarên rêxistinî û xizmetguzariyê bi dawî kir.

Civîna Meclisa Kantona Qamişlo bi girtina biryaran bi dawî bû
13 kanûn, 2018   17:02

QAMIŞLO

Hevserokên meclisên kantonê, herêm, navçe û bajarokên girêdayî Kantona Qamişlo li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlan civîna ji bo lidarxistina civîna salê, civiyan.

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif girêdayî rewşa herêmî, Sûriyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin kir.

Paşê, raporên salê yên meclisên kantonê têkildarî xebatên meclisan û astengiyên ku rastî wan hatine û rêzepêşniyar û pêşnûme ji bo plansaziya pêşerojê hatin xwendin û nîqaşkirin.

Piştî nirxandinê civîn bi girtina rêzebiryar wekî plansaziya  nû bi dawî bû.

Hin ji van biryaran ev in:

1-Ji bo bîranîna fedekariyên hêzên leşkerî avakirina peykerekî.

2-Berdewamkirina vekirina navendî çandî li kantonê tevî vekirina peymangeha Orkêstra li Dêrikê.

3-Vekirina projeyên aborî ji bo komînan.

4-Vekirina projeyên taybet ji bo jinan.

5-Bi koordîneya Desteya Malbatên Şehîdan meşandina xebatan ji bo vekirina projeyên aborî bi armanca piştgiriya meclisên malbatên şehîdan.

6-Bi koordîneya Buroya Lêkolînên Startejîk a Herêma Cizîrê amadekirina nirxandinekê ji bo binsaziya hemû navçe û bajarokên kantonê.

(şx)

ANHA