Meşa Qamişlo bi radestkirina daxuyanekê ji NY re bi dawî bû

Pêkhatiyên bajarê Qamişlo di dawiya meşa ku bi armanca şermezarkirina gefên serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dirûşmeya 'Na ji dagirkeriya Tirk re' orgenîzer kiribûn daxuyaniyek radestî  rêxistina NY kirin.

Meşa Qamişlo bi radestkirina daxuyanekê ji NY re bi dawî bû
Meşa Qamişlo bi radestkirina daxuyanekê ji NY re bi dawî bû
Meşa Qamişlo bi radestkirina daxuyanekê ji NY re bi dawî bû
Meşa Qamişlo bi radestkirina daxuyanekê ji NY re bi dawî bû
13 kanûn, 2018   16:50

QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina gefên serokê Tirkiyê Receb tayyîp Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo bicihanîna banga serferberiya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca yekrêziya ref li hember siyasetên Tirkiyê yên mitingeriyê  ragihandibû, bi hezaran şêniyên Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe ve ji Kurd, Ereb û Suryan bi dirûşmeyên “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”, “Na ji Osmaniya nû re”,”Na ji terorîst Erdogan re”, 'Bijî yekîtiya gelên herêmê”û“Bijî yekîtiya gelê Sûriyê' meşiyan. 

Piştî ku bi hezaran şêniyên Qamişlo li taxa El-Suryan kom bûn û ji wir ber bi avahiya Rêxistina Newteweyên Yekbûyî ya li taxa El-Siyahî meşiyan. Meşvanan di meşê de siloganên”Erdogan kujer e”,”Em xaka xwe bernadin”, “Berxwedana biryara me ye”û”Na ji bêdengiya navdewletî re' berz kirin.

Divê gelê Tirk û Kurd li Tirkiyê li hember gefan rabin ser piyan

Meşvanan bang li gelê Tirk li Tirkiyê û gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kirin ku li hember gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabin ser piyan. Her wiha banga yekîtiya refa Kurdî li hêzên Kurdistanî kirin û destnîşan kirin ku Tirkiyê ji gefên xwe dixwaze ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û hewl dide temenê DAIŞ'ê ya ku nefesa xwe ya dawî li bajarokê Hecîn dikşîne dirêj, bike.

Dema girseya gel gihîşt ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li taxa El-Siyahî daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ê navçeya rojava(El-Xerebiye) ya bajarê Qamişlo ve hate xwendin. Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan di van rojên dawîn de daxuyaniya gefa destpêkirina êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûrî noqteyên çavdêriyê yên girêdayî Koalîsyona Amerîkayê di nav du rojan de li herêmê xwar.

Divê Desteya Navneteweyî û hemû saziyên girêdayî wê li hember gefan berpirsyariyên xwe bicih bînin

Ev gefên Tirkiyê, ji nû ve dagirkirina Osmaniyan ji herêmên mezin ji cîhanê û siyasetên asîmlasoynê li dijî herêmên dagirkirî tînin bîra me. Her wiha binpêkirinên dewleta Tirk li Sûriyê di dirêjahiya 8 salan de ku gihîşt asta sûcên navdewletî li gorî pîvanên qanûnên navdewletî tînin bîra me. Ev binpêkirinên Tirkiyê di pergala Edaleta Navdewletî de di bin navê sûcên şer li dijî mirovahiyê, komkujiyan û qirkirina etnîk ku bi awayekî rêzî ji sala 2017'an û heta amadekirina vê daxuyaniyê pêk hatin û tên, tên sinifandin. Ji dagirkirina Cerablus, Mari, Bab, Ezaz, Idlib bigire û heta ya herî dawî Efrîn ku dagir kir. Di encamê de gelek sivîl hatin kuştin û hatin koçberkirin û siyaseta guhertina demografîk li dijî şêniyên Efrînê yên resen pêk anîn.

Di çarçoveya gefên serokê Tirkiyê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Firatê de em bang li Desteya Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên girêdayî wê dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih, ji ber ku destpêkirina êrîşan bi armanca dagirkirinê, tê wateya serkeftina terora ku rehima Tirkiyê de di dirêjahiya serdeman de mezin bûye. Eger berpirsyariyên qanûnî û mirovî nehatin bicihanîn, ev teror xeteriya wê tenê li herêmê nemîne lê belê wê li tevahiya cîhana azad belav bibe.”

Piştre daxuyanî radestî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hatin kirin.

Derketina bi hezaran şêniyan, bersiva  a herî guncew li hember gefên Tirkiyê ye

Paşê Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk Talet Yûnis û Endama Rêveber a Kongreya Star a kantona Qamişlo Şaha Xelîl aixvîn û dane zanîn ku armanca gefên Erdogan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e.

Her wiha axafitvanan destnîşan kirin ku Erdogan bi gefên xwe hewl dide moralên çeteyên DAIŞ'ê bilind bike û diyar kirin ku derketina hemû pêkhatiyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan ji qadan re bersiva herî guncew li hember gefên Erdogan e û isbata yekgirtina hemû pêkhatiyên herêmê di parastina axa xwe de ye.

Axafitvanan di dawiyê de teqez kirin ku gelê herêmê di berxwedan û têkoşîna xwe de berdewam e û dê li hember her êrîşekî ku pêkhateyên herêmê armanc dikin bisekinin.

(şx)

ANHA