Rayedarên MSD:Gefên dawî yên Erdogan şerê li dijî terorê asteng dike

Rayedarên MSD`ê di civîna li Dirbêsiyê û bajarokên El-Hîşe û Elî Baciliyê de axivin û destnîşan kirin ku gefên dawî yên Erdogan ji bo astengkirina şerê terorê ye, di demeke ku rizgarkirina hemû herêma Hecînê ji çeteyên DAIŞ`ê nêz bûye.

Rayedarên MSD:Gefên dawî yên Erdogan şerê li dijî terorê asteng dike
Rayedarên MSD:Gefên dawî yên Erdogan şerê li dijî terorê asteng dike
Rayedarên MSD:Gefên dawî yên Erdogan şerê li dijî terorê asteng dike
Rayedarên MSD:Gefên dawî yên Erdogan şerê li dijî terorê asteng dike
Rayedarên MSD:Gefên dawî yên Erdogan şerê li dijî terorê asteng dike
Rayedarên MSD:Gefên dawî yên Erdogan şerê li dijî terorê asteng dike
13 kanûn, 2018   17:52

HESEKÊ / GIRÊ SPÎ

Bi armanca şirovekirin sîstema Meclisa Sûriyê Demokratîk(MSD) û armancên wê, MSD`ê li navçeya Dirbêsiyê û bajarokên E-Hîşe û Elî Baciliyê civîn lidar xistin.

HESEKÊ

Civîn li buroya MSD`ê ya navçeya Dirbêsiyê bi amadebûna bi dehan hevserokên komînên navçeyê û gundên wê, hate lidarxistin.

Di civînê de, Hevseroka MSD`ê Emîne Umer axivî û got, armanca gefên Tirkiyê têkbirina projey Netewa Demokratîk li herêmê ye.

Emîne diyar kir ku gefên Erdogan ji bo dirêjkirina temenê DAIŞ`ê li herêmê ye û astengkirina şerê terorê, di demeke ku rizgarkirina herêma Hecînê ber bi dawiyê ve diçe.

Her wiha Hevseroka MSD`ê xebatên MSD`ê şirove kirin û anî ziman ku meclis bi rêya xebat û hevdîtinên xwe, hewl dide çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re peyda bike.

GIRÊ SPÎ

Bi heman armancê, buroya jin a MSD`ê bi mamosteyên bajarokên El-Hîşe û Elî Baciliyê re yên navçeya Eyn Îsa re civiya.

Di civînê de, Endama Desteya Serokatî ya MSD û ji rêveberên buroya jinê ya MSD`ê Îlham Umer axivî  û teqez kir ku ew ê parastina herêmên Bakurê Sûriyê ji hemû êrîşan bikin û destûr nadin tu kesî ku nêzî herêmên ku bi saya xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, bibin.

Piştre, Îlham Umer şeklê rêxistinê yê MSD`ê şirove kir û da zanîn ku meclis her dem hewl dide aloziya Sûriyê bi rêya siyasî çareser bike.

Her wiha Endama Buroya Jinê ya MSD`ê Mune El-Îsa rêziknameya meclisê xwend. Piştre beşdaran pirs kirin û ji aliyê xwe ve Îlham Umer jî bersiv da pirsan.

(kc)

ANHA