Gefxwarinên Tirkiyê dikeve xizmeta belavbûna tevleheviyê li herêmê

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê gefxwarinên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û da zanîn ku ev gefxwarin dikeve xizmgeta belavbûna tevlehevî û têkbirina ewlehiya herêmê.

Gefxwarinên Tirkiyê dikeve xizmeta belavbûna tevleheviyê li herêmê
13 kanûn, 2018   16:10

QAMIŞLO

Têkildarî gefxwarinên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Partiyê da zanîn ew wekî partî red dikin ku Sûriyê bibe qada şerê tesfiyekirina hesabên navneteweyî li ser hesabê ewlehiya welatiyan.

Partiyê bang li civaka navneteweyî kir ku rastiyên li ser rûyê erdê çêdibin, bibîne.

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê gefxwarinên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û da zanîn ku ev gefxwarin dikeve xizmgeta belavbûna tevlehevî û têkbirina ewlehiya herêmê.

Di dawiya daxuyaniyê, partiyê helwesta hikumeta Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û got:”Tirkiyê berê jî gelek herêm wekî Ezaz, Cerablûs, Bab, Efrîn û Idlib dagir kir, lê dewleta Sûriyê bi erka xwe derbarê ax û gelê xwe de ranebû.”

(kc)

ANHA