Serokê komîteya awarte ya kehrebeyê ya Dêrîkê wefat kir

Serokê komîteya awarte di saziya kehrebeyê ya bajarê Dêrikê de Cîger Miştaq dema ku bi erka xwe radibû, wefat kir.

Serokê komîteya awarte ya kehrebeyê ya Dêrîkê wefat kir
Serokê komîteya awarte ya kehrebeyê ya Dêrîkê wefat kir
13 kanûn, 2018   13:58

QAMIŞLO

Serokê Komîteya Awarte di saziya kehrebeyê ya bajarê Dêrikê Cîger Miştaq, dema ku bi erka xwe radibû û hin stasyonên kehrebeyê li bajarê Dêrikê sererast dikir, bi kehrebeyê girt û wefat kir.

Berpirsên navenda kehrebeyê ya Dêrîkê diyar kir ku Cîger Miştaq bi awayekî fermî berê xwe da karê xwe ku hin stasyonên kehrebeyê li bajêr sererast bike, dema ku bi erka xwe radibû, bi kehrebeyê girt û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Cîger Miştaq li gundê Qesir Dîb ê girêdayî bajarê Dêrikê hate veşartin.

ANHA