Gelên Serêkaniyê li dijî gefên Erdogan meşiyan

Pêkhateyên Serêkaniyê meşek li dijî gefên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakurê Sûriyê li dar xist û bêdengiya navdewletî şermezar kir.

Gelên Serêkaniyê li dijî gefên Erdogan meşiyan
Gelên Serêkaniyê li dijî gefên Erdogan meşiyan
Gelên Serêkaniyê li dijî gefên Erdogan meşiyan
Gelên Serêkaniyê li dijî gefên Erdogan meşiyan
Gelên Serêkaniyê li dijî gefên Erdogan meşiyan
13 kanûn, 2018   12:27

HESEKÊ

Piştî ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duh di civîna li paytextê Tirkiyeyê Enqereyê diyar kir ku ew ê di nava çend rojan de êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê bikin, îro hemû pêkhateyên Serêkaniyê meşek li dar xist.

Gelê Serêkaniyê û Zirganê bi alên YPG/YPJ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên QSD’ê ji ber avahiya Mala Gel a Serêkaniyê heta Çerxerêya Şehîdan meşiyan. Di meşê de pankartên “Em êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar dikin” û “Tevahiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji dagirkeriya Erdogan re dibêjin NA” bal kişandin.

Li Çerxerêya Şehîdan, meş sekinî û hevserokê meclisa herêma Serêkaniyê Liqman Îso axivî û wiha got: “Em îro û her wext bi hamû pêkhateyên xwe li hember êrîşên dagirkeriya Erdogan amade ne. Em ê hert im li ber xwe bidin.”

 Îso anî ziman ku tu gef nikanin îradeya wan bişikînin û wan ji bajarê xwe derxin, dê heta dawiyê li ber xwe bidin û serê xwe natewînin.

Meş bi siloganên “Bijî berxwedana Rojava” û “Dîsa dîsa berxwedan” bi dawî bû.

ANHA