Pêkhateyên Qamişlo: Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re

Bi hezaran ji pêkhateyên herêma Qamişlo, ji bo şermezarkirina gefên Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re” li taxa El-Suryan a Qamişlo kom bûn û ji wir dest bi meşê kir.

Pêkhateyên Qamişlo: Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re
Pêkhateyên Qamişlo: Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re
Pêkhateyên Qamişlo: Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re
Pêkhateyên Qamişlo: Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re
Pêkhateyên Qamişlo: Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re
13 kanûn, 2018   12:50

QAMIŞLO

Li ser banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran ji pêkhateyên Qamişlo yên Kurd, Ereb û Suryan li taxa El-Suryan a bajarê Qamişlo kom bûn. Di kombûnê de, pankartên “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Na ji Osmaniyeke nû re”, ”Na ji terora Erdogan re” û “Bijî yekitiya gelên herêmê” hatin rakirin. Piştî ku girseya gel kom bû, ji wir dest bi meşê hate kirin.

Girseya gel dirûşmeyên “Erdogan kujer e”, “Em dev ji axa xwe bernadin”, “Berxwedan biryara me ye” û “Ji bêdengiya navneteweyî re na” bê navber berz kirin.

Her wiha pêkhateyên Qamişlo ji gelê Kurd ê bakurê Kurdistanê xwest ku li dijî gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî hildin û bang li hêzên kurdistanî kir ku li hemberî van gefan bibin yek.

Tê payîn ku girseya gel berê xwe bide navenda Neteweyên Yekbûyî ya li taxa El-Siyahî ya bajarê Qamişlo û daxuyaniyekê bi navê hemû pêkhateyan ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyeyê bide.

(kc)

ANHA