Partiyên kurdî: Divê civaka navneteweyî bi erka xwe rabe

Partiyên kurdî yên Rojava da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyeyê tenê xizmeta çeteyan dike û bang li Meclisa Ewlekariyê, hemû rêxistin û desteyên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin, ji bo ku êşa Efrînê careke din dubare nebe.

Partiyên kurdî: Divê civaka navneteweyî bi erka xwe rabe
13 kanûn, 2018   12:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Meclisa Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanê û Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê der barê gefên serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên êrîşkirina Bakurê Sûriyê de daxuyanî dan û bang li Koalîsyona Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê kir ku li pêşiya serokkomarê Tirkiyeyê bisekinin ku hewl dide komkujiyan pêk bîne.

Partiya Guhartina Demokratîk a Kurdistanê têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Careke din serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan dest bi gefên li dijî welatiyên Bakurê Sûriyê û Rojhilatê Sûriyê dike. Di demekê de ku cihê dawîn ê çeteyên DAIŞ`ê bi dawî dibe, di hemleya ku QSD`ê û Koalîsyonê Navneteweyî bi serkêşiya Amerîkayê daye destpêkirin. Dema ku nefes li rêxistina terorê teng dibe, gefên Tirkiyeyê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike ku ewlekariya li herêmê ku bi saya bi hezaran şehîdan pêk hatiye, têk bibe. Ewlekariya herêmê xweşiya rêjîma Erdogan ku Efrîn dagir kir, nayê. Li Efrînê rejîma Erdogan tevî çeteyên xwe yên ji bermahiyên DAIŞ û komên îslamîst ên têkçûyî bi navê “Artêşa Azad” qetilkirin, wêrankirin û guhartina demografîk pêk tînin.

Wek Partiya Guhartina Demokratîk a Kurdistanê gefên serokkomarê Tirkiyeyê şermezar dikin, bang li Meclisa Ewlekariyê, hemû rêxistinan û desteyên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin û dijminatiya Tirkiyeyê li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin sekinandin. Ji bo ku êşa Efrînê careke din dubare nebe, em bang li gelê me bi hemû pêkhateyên wê û hêzên siyasî dikin ku bikevin nava seferberiyê û xwe amade bikin û parastina destkeftiyên xwe û jiyana hevbeş bikin. Her wiha em bang li Koalîsyona Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê dikin ku li pêşiya serokkomarê Tirkiyeyê bisekinin ku komkujiyan pêk neyne.”

‘Divê êşa Efrînê dubare nebe’

Di daxuyaniya Meclisa Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanê de wiha hate gotin:

Dewleta Tirkiyeyê bi serkêşiya Erdogan dema ku dît çeteyên wî DAIŞ li ser destê QSD`ê rastî tunekirinê tên, ji nû ve dest bi tûjkirina zimanê xwe kir û gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Tirkiye bi vê yekê dixwaze pêşketin û guhertina demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, têk bibe. Ew tu car ranewestiya ku hêzên siyasî û niştîmanî li Sûriyê qels bike, hewl dide projeya demokratîk bisekînine. Em van kiryarên sûcî yên hikumeta Tirkiyeyê û gefên wê şermezar dikin û ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dixwazin gefên wî li ser gelê Bakurê Sûriyê bide sekinandin. Divê Koalîsyona Navneteweyî û taybet Amerîka nêrîna xwe bi awayekî vekirî bibêje û li pişt hevalbendên xwe di tunekirina terorê bi QSD û YPG`ê re bisekine ji bo ku êşa Efrînê li herêmeke din dubare nebe. Mirin ji faşîstma Erdogan û çeteyên wî re.”

Gefên Tirkiyeyê xizmete çeteyan dikin

Buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê jî ji li ser gefên serokkomarê Tirkiyeyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Partiyê destnîşan kir ku serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan fêr bûye her dem dem gefan bixwe û bi hinceta ku parastina sînorê Tirkiyeyê dike, êrîşî Rojava, Bakur û Rojhilatê Firatê bike, di demeke ku her kes dizane Erdogan xwediyê mezintirîn terora li Rojhilata Navîn û Ewropa ye. Partiyê got, ev gef tenê xizmeta çeteyên DAIŞ`ê dikin û wiha dewam kir: "Duh Erdogan dest bi gefên êrîşkirina herêma Bakurê Sûriyê ku QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina wê dike, her wiha Hêzên Koalîsyona navneteweyî bi serkêşiya Amerîka jî li wir parastinê dike, kir. Her kes dizane ku QSD`ê bi alîkariya koalîsyonê li cihên dawîn ên DAIŞ`ê li rojhilatê çemê Firatê, Hecînê şer dike. Em wek Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê teqez dikin ku gefên Erdogan tenê ji bo xizmeta çeteyên terorîst li Sûriyê dike."

‘Divê koalîsyon soza xwe bi cih bîne’

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de, xwest civaka navneteweyî kiryar û gefên Erdogan bide seknandin, her wiha ji Koalîsyona navneteweyî ya ku her tim radigihîne ku parastina herêma çemê Firatê dike, xwest ku rastiya xwe li ser gefên Tirkiyeyê bêje û soza xwe bi cih bîne.

(jo)

ANHA