Greva birçîbûnê di roja 4`emîn de berdewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja xwe ya 4`emîn de li bajarê Kobanê didome.

Greva birçîbûnê di roja 4`emîn de berdewam dike
Greva birçîbûnê di roja 4`emîn de berdewam dike
Greva birçîbûnê di roja 4`emîn de berdewam dike
Greva birçîbûnê di roja 4`emîn de berdewam dike
Greva birçîbûnê di roja 4`emîn de berdewam dike
Greva birçîbûnê di roja 4`emîn de berdewam dike
13 kanûn, 2018   12:11

KOBANÊ

Di 10`ê Kanûnê de konê greva birçîbûnê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya hevseroka KCD`ê Leyla Guvan ku di zindana Amedê de ketiye greva birçîbûnê, li bajarê Kobanê hat vedan.

Hemû pêkahateyên herêma Firatê berê xwe didin konê greva birçîbûnê. Di roja 4`emîn de helbest û axaftin hatine kirin.

Yek ji pêkhateyên Ereb ji navçeya Sirînê Fîrdos Kino ku di bin kon de bû, bal kişand ser biratiya gelan û wiha got: "Serok Apo jin azad kirin, armanca me jî azadkirina wî ye. Em ê her li ber xwe bidin ta ku serok azad dibe. Me biryara azadkirina rêberê xwe daye û ji vê biryarê tu car venagerin."

Tê payîn ku greva birçîbûnê sibe seat di 10:00’an de bi dawî dibe.

(şm)

ANHA