Jinên Efrînê dest bi greva birçîbûnê kir

Kongreya Star li Şehbayê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê li dar xist.

Jinên Efrînê dest bi greva birçîbûnê kir
Jinên Efrînê dest bi greva birçîbûnê kir
Jinên Efrînê dest bi greva birçîbûnê kir
Jinên Efrînê dest bi greva birçîbûnê kir
Jinên Efrînê dest bi greva birçîbûnê kir
Jinên Efrînê dest bi greva birçîbûnê kir
Jinên Efrînê dest bi greva birçîbûnê kir
13 kanûn, 2018   11:38

ŞEHBA

Kongreya Star a Efrînê li gundê Babinis ê kantona Şehbayê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven, bi dirûşmeya "Em ê girtîgeha Îmraliyê hilweşînin û bi rêber Ocalan re azad bijîn" çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. 60 jin tev li çalakiyê bûne. Çalakî dê 3 rojan berdewam bike.

Cihê çalakiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê ya bakurê Kurdistanê Leyla Guven, pankartên bi nivîsên “Azadiya Ocalan azadiya hemû gelan e" û "Ji bo azadiya rêber Ocalan serî hildin" hate xemilandin.

Endamên Yekitiya Jinên Êzidî, Tevgera Jinên Ciwan û bi dehan şêniyên herêmê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Newroz Haşim axivî û destnîşan kir ku jinên Efrînê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven û berxwedana wê di girtîgeha Amedê de û silav li sekna wê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker dikin.

Newroz diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tu carî nikare îradeya gelê Kurd û têkoşîna wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikîne. Di dawiyê de Newroz diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe heta bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Paşê ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Hacer Miho û Sûreya Hebeş, bi navê Kongreya Star a navçeya Ehdasê Hesna Hesen ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan tê dikoşe û rola jinan di nava civaka de sereke ye û wiha hate gotin: "Divê hemû jin rola xwe ya sereke di nava civakê de bilîzin û têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrdîkirina wî xurt bikin."

Her wiha di axaftinan de bêdengiya navdewletî û rêxistinên mafên mirovan der barê siyaseta dewleta Tirk a dagirkr li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Bakurê Sûriyê de hate şermezarkirin.

Tê payîn ku çalakiya greva birçîbûnê dê 3 rojan dewam bike.

(bx)

ANHA