Piştî teqînê, li Babê çeteyên Tirk bihev ketin

Piştî teqînê, li bajarê Babê çeteyên artêşa Tirk a dagirker bihev ketin. Tê gotin ku li kolanên Babê şer navbera çeteyan heye.

Piştî teqînê, li Babê çeteyên Tirk bihev ketin
12 kanûn, 2018   16:54

MINBIC

Îro li nêzî nexweşxaneya El-Macid a bajarê Babê yê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, teqînek çêbû. Piştî teqînê, di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên ji bajarê Humisê de li nêzî mizgefta Ihsan a bakur-rojavayî bajarê Babê, şer derket. Çavkaniyekî teqez kir ku 2 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve jî, heman çavkanî ragihand ku di encama teqîna ku nêzî nexweşxaneya El-Macid çêbûye, du sivîlên bi navê Mihemed El-Sebax (40) û Mihemed Heşmerî (20) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha çeteyê bi navê Ebû Fehed El-Seraqî jî hate kuştin û 14 sivîl di nav de çete jî hebûn birîndar bûn.

(kc)

ANHA