Kurtefilim li ser berxwedana gelê Efrînê hatin pêşandan

Îro li navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî ya bajarê Serêkaniyê kurtefilimên bi navên”Zeytûn Ciminra”Aras”Afrînerên Hêviyê”û”Çavên Rêwî`` hatin pêşandan.

Kurtefilim li ser berxwedana gelê Efrînê hatin pêşandan
Kurtefilim li ser berxwedana gelê Efrînê hatin pêşandan
Kurtefilim li ser berxwedana gelê Efrînê hatin pêşandan
Kurtefilim li ser berxwedana gelê Efrînê hatin pêşandan
12 kanûn, 2018   18:11

HESEKÊ

Komîna Filim a Rojava bi hevkariya Çand û Hunerê ya Serêkaniyê, îro danê êvarê li navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî kurtefilmên “Zeytûn Ciminra”Aras”Afrînerên Hêviyê”û”Çavên Rêwî” dane pêşandan.

Bi dehan şêniyên bajarê Sêkaniyê ji bo temaşekirinê berê xwe dane navendê.

Navaroka kurtefiliman li ser berxwedana gelê Efrînê bûn.

Derhêner û Hevserokê Komîna Filim a Rojava Mihêdîn Ebdullselam derbarê filiman de wiha got:”Ev proje bi navê duderî hat neskirin, duderî ji bi xwe işkefteke li Efirînê ye hestiyên mirovên herê kevnar li wir hatine dîtin.”

Ebdullselam da zanîn ku piştî li Dêrikê û Zanîngeha Rojava kurtefilim hatin pêşandan, îro jî li Serêkaniyê hatin pêşandan.

Ebdullselam destnîşan kir ku wê kurtefilim li Til Temir, Rimêlan û li Amûdê wê werin pêşandan û piştre li Helebê wê werin pêşandan.

ANHA