Çalakiya greva birçîbûnê ya Dêrikê bidawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya şêniyên Dêrikê di roja duyemîn de, bi dewamkirina têkoşînê bidawî bû.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Dêrikê bidawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya Dêrikê bidawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya Dêrikê bidawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya Dêrikê bidawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya Dêrikê bidawî bû
12 kanûn, 2018   15:39

QAMIŞLO

Kongreya Star û PYD`ê beriya niha bi du rojan, ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Gunven a greva birçîbûnê û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê destpê kir.

Di roja duyemîn a çalakiyê de, endamên meclisa gundên Beravê, nûnerên meclisa navçeya Dêrikê, Meclisa Êl û Rûsipiyan, Partiya Yeketiya Demokratîk û hejmarek ji şêniyan amade bûn.

Di roja duyemîn a çalakiyê de, axaftin ji aliyê beşdaran ve hate kirin. Di axaftinan de, bilindkirina têkoşînê ji bo azadkirina Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan û berdana hemû girtiyên siyasî û perlemenan ji zindanên dewleta Tirk a faşîst, hate teqezkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê, bi daxuyaniyekê bidawî bû. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên PYD`ê ya kantona Qamişlo Şadiya Umer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne qanûnî ye û mafên mirovan û rêgezên navneteweyî û yên NY binpê dike.

Di daxuyaniyê de çalakiya Hevseroka KCD`ê Leyla Gunven ya greva birçîbûnê hate bibîrxistin û hate gotin ku hemû gel ji bo piştgiriya daxwaza Leyla Gunven kete greva birçîbûnê.

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li rêxistinên mafên mirovan, NY, Yekitiya Ewropa, Rêxistina Hevkariya Islamî û Camiya El-Erebiye hate kirin ku bi erka xwe li hemberî polîtîkeyên wêrankirinê yên dewleta Tirk rabin.

Piştî daxuyaniyê, kesên ku ketibûn çalakiya greva birçîbûnê dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Ocalan beriz kirin.

(kc)

ANHA