Komîteya Awarte zarokên ku di malan de asê mabûn xilas kirin

Komîteya Awarte ya herêma Koçerat zirarên ji ber lehiyan ku gihîştin şêniyan eşkere kir û komîteyê ragihand ku ew ê destekê bidin malbatên ku zerar dîtine.  Her wiha şêniyan dan zanîn ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Komîteya Awarte zarokên ku di malan de asê mabûn xilas kirin.

12 kanûn, 2018   15:14

QAMIŞLO

Ji ber barîna baranê ya zêde duh li hejmarek gundên Koçerat a girêdayî herêma Dêrikê lehî rabûn û bi taybert li gundên Siwêdiyê, Girkê Hiyûl û Kelhî. Di encamê de malên welatiyan di bin avê de man û hejmarek jî ji xaniyan hilweşîn û hin sewal jî mirin. Her wiha hin pir jî hatin rûxandin û rêyên navbera gundên Koçerat hate birin.

Îro tîmên Komîteya Awarte ya girêdayî Şaredariyê û tîmên destwerdana lezgîn ên Hêzên Ewlehiya Hundirîn berê xwe dan her du gundên Kelhê û Siwêdiyê da ku alîkariya şêniyan bikin.

Hat zanîn ku zirarên ku gihaştin şêniyan tenê zirarên madî bûn weke mirina sewalan û hilweşandina pirayan.

Girêdayî mijarê, Hevseroka Meclisa Navçeya Dêrikê Dîlber Elî diyar kir ku wan Komîteya Awarte ku ji hevserokatiya şaredariya Dêrikê, hevserokatiya navçeya Girê Şira û Komîteya Xizmetguzariyê pêk tê ava kirine. Her wiha destnîşan kir ku komîteyê berê xwe daye gundên ku zirarên mezin dîtine weke Kelhî, Girkê Hiyûl, Kersûrfeqê û Siwêdîkê. Dîlber Elî anî ziman kirku gundên Kelhî û Girkê Hiyûl ên herî zirar dîtine.

Komîteya Awarte desteka derûnî û madî ji welatiyên ku zirar dîtine pêşkêş kir. Her wiha bang li hemû welatiyan kir ku hişyar bin ji ber ku riya gundên Girkê Hiyûl û Kirsûr ji ber hilweşîna pir qut bûye.

Ji aliyekî din ve, welatiyekî ji gundê Kelhê bi navê Salih Ebdulezîz anî ziman ku ji ber barîna baranê ya zêde di şevê de malên welatiyan û zeviyên wan gelek zirar dîtine û her wiha destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Komîteya Awarte zarokên ku di malan de asê mane xilas kirine.

Di heman demê de, yek ji pirên deriyê Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi temamî hilweşiye, ji ber wê tevger li wir rawestiyaye.

(şx)

ANHA