Piştî Ezazê, li Babê jî teqîn

Piştî teqîna li bajarê Ezazê, li nêzî nexweşxaneya El-Macid a bajarê Babê yê dagirkirî, teqînek çêbû.

Piştî Ezazê, li Babê jî teqîn
Piştî Ezazê, li Babê jî teqîn
Piştî Ezazê, li Babê jî teqîn
Piştî Ezazê, li Babê jî teqîn
Piştî Ezazê, li Babê jî teqîn
12 kanûn, 2018   15:01

MINBIC

Nûçegihanên me ji Minbicê ragihandin ku, teqîn bi rêya motorsiklêtekî bombebarkirî saet 16:00`an de pêk hatiye.

Çavkaniyên herîmî ji nûçegihanên me re ragihandin ku di encama teqînê de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye û hin sivîlên din jî birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro li nêzî nexweşxaneya El-Ehlî ya bajarê Ezazê yê dagirkirî jî, teqînek pêk hat û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

(kc)

ANHA