Şêniyên Hesekê lehengên xwe oxir kirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê du şehîdên endamên dispilîna leşkerî û 4 şehîdên QSD`ê oxir kirin. 

Şêniyên Hesekê lehengên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê lehengên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê lehengên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê lehengên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê lehengên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê lehengên xwe oxir kirin
12 kanûn, 2018   14:35

HESEKÊ

Bi  merasîmeke heybet şêniyên Hesekê 4 şervanên QSD`ê Yasîn Xelef(Goran), Eyhem Çawîş(Aram), Ridwan Hisên(Basim) û Sêf El-Heyder(Ernes) û 2 endamên dispilîna leşkerî yên girêdayî QSD`ê Emîr Zêdan(Ramiyar Hesekê) û Ciwan Çivan(Berxwedan Hesekê) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, li Goristana  Şehîd Dijwar a li gundê DawIdiyê oxir kirin.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hate destpêkirin. Di merasîmê de, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Nesrin Mirî, ji fermandarên QSD`ê Welat Argeş û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îdan El-Efîn, axivin.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û bal li ser destkeftiyên ku bi saya şehîdan li herêmê hatiye bidestxistin, hate kişandin.

Her wiha di axaftinan de hate teqezkirin ku bi saya şehîdan, koka DAIŞ`ê ku niha li herêma Hecînê ya Dêrazorê maye, ji holê tê rakirin.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, girseya gel şehîdên xwe spartin axê.

(kc)

ANHA