Piştî gefên Erdogan, nirxê pereyê Tirkiyeyê dadikeve

Malpera Zero Hedge ya Brîtanyayê diyar kir ku piştî gefên Erdogan ên êrîşên li ser rojhilatê Firatê, pereyên Tirkiyeyê bi rêjeyeke zêde ji nirxê xwe winda kir.

Piştî gefên Erdogan, nirxê pereyê Tirkiyeyê dadikeve
12 kanûn, 2018   13:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Rewşa aborî li Tirkiyeyê roj bi roj xirabtir dibe. Hêza kirîna lîreyê Tirkiyeyê dadikeve û di gelek şîrketên Tirkiyeyê de ji ber dijwarbûna şert û mercên rewşa jiyanî ya karkeran, tevlihevî rû didin.

Di malpera Zero Hedge ya Brîtanyayê de hate diyarkirin ku piştî gefên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên dawîn ku dê nava 2 rojan de êrîşî herêma rojhilatê Firatê ya Bakurê Sûriyeyê bike, nirxê lîreyên Tirkiyeyê bi lezeke zêde dadikeve.