Çeteyên Tirkiyeyê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dikin hedef

Çavkaniyên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji şevê din heta saetên vê sibehê nuqteyên girêdayî meclisê yên li ser xeta El-Sacûr a bajarê Minbicê kirin hedef.

Çeteyên Tirkiyeyê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dikin hedef
12 kanûn, 2018   09:47

MINBIC

Çavkaniyên leşkerî yên ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ji şevê din heta saetên vê sibehê, nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li ser xeta El-Sacûr a bajêr, bi hemû cureyên çekan kirin hedef.

Li gorî çavkaniyan, çete mizgefta Seyda Xedîce û Emer Bîn Xetab wek navendan bi kar tînin û ji wê derê êrîş dikin.

Di encama lihevkirinên di navbera dagirkeriya Tirkiyeyê û Koalîsyona Navdewletî de nuqteyên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê û malên sivîlan yên li ser xetê, di navbera wan û şervanan de dikin hedef. Piştî dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û koalîsyonê bi serkêşiya Amerîkayê li wan herêman dest pê kir, êrîş zêde bûn.

Çavkaniyan der barê hedefgirtina îro de tu agahî diyar nekirin.

(bx)

ANHA