Welatiyekî Filistinê mir, 3 jî birîndar bûn

Li rojavayê bajarê Xelîl ê Filistînê filistîniyeke bi guleya hêzên Îsraîlê jiyana xwe ji dest da, di pevçûnên li Tobasê de 3 jî birîndar bûn.

Welatiyekî Filistinê mir, 3 jî birîndar bûn
11 kanûn, 2018   17:23

XEZA

Hate ragihandin ku li bajaroka Xelîlê welatiyê Filistînê yê bi navê Umer Ewad ê 27 salî bi guleya rasterast a hêzên Îsraîlê jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Difaya Xerbî ragihand ku Umer Ewad di pişta xwe de bi giranî birîndar bibû û li nexweşxaneya Ehlî ya Xelîlê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Îsraîlê ragihandibû ku Umer li ser bendên konlrolê ne sekînî lew re wan gule berdan.

Li aliyekî din çavkaniyên Filistînê diyar kirin ku li bajarê Tobasê di şerê di navbera hêzên Îsraîlê û ciwanên Filistînê de 3 filistînî bi guleyên radesterast birîndar bûn, her wiha hêzên Îsraîlê 4 bira girtin.

ANHA